Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş 2021-04-26 09:00:29 ANTALYA - Dayika girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik Hulya Ayik, bi bîr xist ku rewşa bi sedan girtiyên nexweş krîtîke û wiha got: “Ger em nebin dengê girtiyên nexweş, wê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dengê girtiyan bibin bihîstin.” Li gorî danayên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de, du jê nexweşên giran bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de, hatibû destnîşankirin ku li girtîgehan 604 girtiyên nexweşên giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Roja ku rapor hat weşandin, girtiyê 67 salî Îsa Gultekîn ê 28 sal girtîbû, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê jiyana xwe ji des da.   NEXWEŞÊN WÎ YÊN GIRAN HENE   Dayika girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik (30) ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimîne Hulya Ayik (48), ji bo ku girtî jiyana xwe ji dest nedin banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Dayik Ayik, bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: “Berî ku kurê min bê girtin, nexweşiya rovî (Corhn) pê re hebû. Roviyên kurê min dirizin. Ji ber vê divê her tim bê dermankirin. Kurê min di sala 2015’an de, bi îdîaya ‘endamtiya rêxisinê’ hatibû girtin. Di girtîgehê de tedawiya wî taloq bû û vê hat emeliyat kirin.  Piştî 3 salan kurê min hat berdan. Lê dûre caredin di çarçoveya heman dosyayê de, di 12’ê Çile de hat girtin. Kurê min ewil birin Îzmîrê, dûre şandin Girtîgeha Şakranê, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kirin û herî dawî jî sîrgûnê Girtîgeha Tîpa H a Eskîrşehîrê kirin. Nexweşiya kurê min girane. Ji ber vê tu girtîgehe naxwaze ku berpirsiyartiyê bigire ser xwe.”    TERKÎ MIRINÊ KIRINE   Ayik, da zanîn ku di encama qezayekê sala 2006’an de çavê kurê min ê rastê kor bû. Çavê wî yê çepê jî baş nabîne. Di kontrola herî dawî de, hat gotin ku cardin roviyê wî riziyane û divê bilezgînî bê dermankirin. Lê ligel vê yekê jî, rêveberiya girtîgehê dest bi dermankirina wî nekir. Ligel kurê min îro bi hezaran girtiyên nexweşiyên wan giran hene. Rewşa wan krîtîke. Em bibin dengê girtiyên nexweş. Êdî bila tabûtên wan ji girtîgehan dernekevin. Miroveke nexweş, ji xwe îşkence li canê wî tê kirin. Ne hewceye ku îşkenceyek duyemîn li wan bê kirin. Ger em nebin dengê girtiyên nexweş, wê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dengê girtiyan bibin bihîstin.”   Ayik, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya 151 rojin li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan li girtîgehan dewam dike de jî, ev nirxandin kir: “Girtî dibin tecrîdê dene. Îşkence li wan tê kirin. Li dijî bêmafiyan, tişta ku girtî dikarin bikin, li deriyan xistin û berzkirina dirûşmeyane. Ew nikarin dengê xwe bigihînin derve. Em ji wan bêtir dikirin deng derxînin. Werin em dengê xwe bikin û bibin dengê girtiyan.”    MA / Omer Akin