Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir 2021-04-26 09:48:54   QAMIŞLO – Agirbesta daîmî ku bi navbeynkariya QSD’ê û Rûsyayê di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Dîfa El Wetenî hatibû ragihandin, ji aliyê Dîfa El Wetenî ve hat binpêkirin.   Duh di saetên êvarê de bi navbeynkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rûsyayê, li Qamişlo di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Dîfa El Wetenî hatibû ragihandin. Piştî ragihandinê bi çend saetan Dîfa El Wetenî, li taxên Tay û Hilko careke din êrişî nuqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û biryara agirbestê bin pê kir.