Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be 2021-04-26 10:11:38   ENQERE - Wê HDP bi Hevserokên xwe yên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re bi tevahî tev lî danişîna Doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin bibe.   Piştî 6 sal û 3 mehan ji ber çalakiyên 6-8 cotmehê yên li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 kes girtî tên darizandin. Danişîna dozê ya ewil wê îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin.    ‘KOMÎSYONEK HAT AVAKIRIN’   HDP’ê, amadekariyên xwe yên ku piştî vekirina dozê dabû destpêkirin temam kirin. Welatiyên ku li pêş rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Enqerê kom bûn wê bi wesayitan biçin Sîncanê. Wesayiteke ku HDP’ê ji bo rojnamevanan girt jî li pêş Navenda Giştî ya HDP’ê rabû. Ji bo gengeşiya ku dibe li pêş eywana danişînê çêbibe, komîsyoneke ku parlementerên HDP’ê jî di nav de ne hat avakirin.    HDP WÊ BI KOMA XWE YA MECLÎSÊ TEVLÎ BIBE   Di danişîna ku HDP bi Koma xwe ya Meclîsê tevlî dibe de tê payîn ku şandeyên biyanî, serok û nûnerên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de gelek kes dainişînê bişopînin.