Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe 2021-04-26 10:20:34     NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî şerekî dijwar Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taxa Tay ji milîsên Dîfa El Wetenî girtin û kirin bin kotrola xwe.   Li Qamişloyê, piştî şerê 7 rojan duh bi navbeynkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rûsyayê, di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Dîfa El Wetenî de agirbest hatibû ragihandin.    AGIRBESTÊ BIN PÊ KIR   Piştî ragihandinê bi çend saetan milîsên Dîfa El Wetenî, li taxên Tay û Hilko careke din êrişî nuqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û biryara agirbestê bin pê kirin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva êrişên milîsên Dîfa El Wetenî da  şer careke din dest pê kir.    TAXÊ KIR BIN KOTROLA XWE   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ji bilî derdora depoya avê û Dibistana Ebas Elawî ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taxa Tay ji milîsên Dîfa El Wetenî girtin û kirin bin kotrola xwe. Piştî ku hêzên hundirîn taxê kirin bin komtrola xwe gelek çek û cebilxaneyên Dîfa El Wetenî desteser kirin.     Nuqteyên kontrolê yên girêdayî hêz û artêşa rejîmê li taxên Zinûd û Tay ên Qamişlo hene.