Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin 2021-04-26 10:24:59   AMED - Polîsan, li Amedê bi ser malan de girtin û rêveberên HDP’ê di nav de gelek kes binçav kirin.    Polîsan, di saetên serê sibê de li navçeyên navendî yên Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de piştî lêgerînên malan polisan rêveberên HDP’ê Ramazan Karakaya, Hamît Onûr, Mûrat Ondeş, Zekî Bagcik, Hevserokê Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci jî di nav de gelek kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin bi xwe re birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.