Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin 2021-04-26 11:24:22   AMED - Danişîna doza ku derbarê rojnamevan Dûrket Suren de hatibû vekirin, taloq bû.    Ji ber parvekirinên li ser twîtterê, firotina hejmarên qedexe yên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê, bi ideaya "Bi xwestin û bi zanebûn alikariya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz li rojnameger Dûrket Suren hatibû vekirin. 6'emîn danişîna doza Suren îro hat dîtin. Di danişîna ku Suren beşdar nebû de parêzera Suren Pîrozhan Karali amade bû. Dozger, diyar kir ku rapora lêkolîna dîjîtalê hîn nehatiye û xwest ku li benda encama raporê were sekinandin.  Parêzer Pîrozhan Karali jî xwest ku kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin.     DANIŞÎN TALOQ BÛ   Şandeya dadgehê biryar da ku li benda rapora lêkolîna dîjîtalê bê sekinandin û danişîn taloqî 20'ê îlonê kir.