Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da 2021-04-26 13:36:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Eşref Oz, ê li Qempa Lavrio ya Yewnenîstanê li dijî tecrîda li Îmraliyê di çalakiya greva birçîbûnê de bû, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Eşref Oz, ê li Qempa Lavrio ya Yewnenîstanê piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku îro ket roja 151’an li dijî tecrîda li Îmraliyê destpêkir dikir, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Oz e di koma 22’yemîn a çalakiya greva birçîbûnê de cih digirt, kesê ewile ku di vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest da.    LI YEWNENÎSTANÊ ROJA 113’EMÎN   Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Ev grev di roja 113'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.   Çalakiya li Qempa Mexmûrê jî di roja 130’emîn de dewam dike.