Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e 2021-04-26 15:29:49   NAVENDA NÛÇEYAN – Hunermend Şivan Perwer, bi awayekî tund bertek nîşanî operasyona TSK’ê ya li Herêma Kurdistanê da û got ku armanc ne PKK gelê kurd e.   Di 23’ê nîsanê de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê operasyon dan destpêkirin û hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve êriş dibin ser qadên HPG’ê. Hunermend Şivan Perwer, li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî vê operasyonê daxuyanî da û diyar kir ku operasyon ne li dijî PKK’ê li dijî gelê kurd e.    ARMANC KURD IN   Daxuyaniya Perwer bi kurtayî wiha ye:   “Ji duh ve êrişî başûrê Kurdistanê dikin. Sedem jî PKK’ê nîşan didin. Heke mirov rast bibêje PKK bi tevahiya hebûna xwe ji gelê xwe re xizmet dike. Ji bo vê şer dike û canê xwe dide. Mesele ne PKK ‘terorîzmê’ dike, kî/ê bibêje kurd û Kurdistan ji wan re dibêjin ‘terorîst’. Armanca Tirkiyeyê çawa ji holê rakirina kurdan e. Dixwazin Tirkiyeyeke homojen ava bikin û êrişî welatên din bikin. Li Lîbya, Sûriye û Ermenistanê bûne bela serê gelan. Lê belaya mezin li ser gelê kurd e.   HÊZ GELÊ KURD BI XWE YE   Li dijî geşedanên ku li Kurdistanê diqewimin divê gelê kurd li tu derê li dijî hev ranebe. Tiştên tên serê kurdên bakurê Kurdistanê tên serê kurdên rojhilatê Kurdistanê jî. Tiştên tên serê kurdên rojhilatê Kurdistanê tên serê kurdên başûrê Kurdistanê jî. Tiştên tên serê kurdên başûrê Kurdistanê tên serê kurên rojavayê Kurdistanê jî. Li her derî kurd mehkûm in. Te xwestin bên pelçiqandin. Mehkûm çawa azad dibin, çi dikin? Divê kurd bibin yek û piştgiriya hev bikin. Hêz gelê kurd bi xwe ye.. Heke kurd hêzeke hevpar ava nekin wê timik tank û top di ser wan de bibarin. Niha jî dixwazin Avaşîn, Garê, Qendîlê û Metîna dagir bikin.   DIVÊ KURD ZANIBIN    Tiştên ku Tirkiye dike eleqaya wan bi mirovahiyê re tuneye. Tiştên ku dikin bi gelê wan jî nade qezençkirin. Netewperestî û faşîzmê danîne pêşiya xwe. Ji rûyê wan nelet tê xwendin û kîn û nefret diherike. Dewlet tirk li dijî gelê kurd bêrêz e. Tirkiye zalim e û ne mirov e. Divê kurd vê zanibin û kerîtiyê ji tirkan re nekiin. KÎ ji bo we şer dike, wê kî vî welatî azad bike. Hûn ji mirovên me re dibêjin ‘terorîst’. Welatên ku hûn lê ne netewperest û faşîst in. Hûn tiştên ku li Iraq û Îranê dibin dibînin. Li Tirkiyeyê jî qrîzeke mezin a aboriyê û pirsgirêk heye. Ji bo veşartina ser van êrişî kurdan dikin.    DIVÊ KURD BIBIN YEK   Cerebeyên me yên dinyayê hene, em dizanin û dibînin. Divê em hişê xwe bidin serê xwe. Tu çi deynî dê wî biçînî. Heke kurd nexebitin û nebin yek wê timik parçebûyî bin. Tenê bi fikirîna partî, kom û çend kesan, kes tiştek qezenç nake. Li Başûr referandum bû, yek ji referandûmên herî serkeftî ya dinyayê bû. Çi bû tank û topan kişandin Kurdistanê. Gotin, ‘hûn kî ne, serbixwe dibin’. Heke kurd nebin yek wê kes nebe dostê wan. Heke mirov birînên xwe nepêçe dê kes birînên mirov nepêçe. Li ser kurdan dagirkeriyeke mezin heye. Heke weke kurd em bixwazin bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, li tembûrê bidin û Helepçeyê bi kurdî bibêjin divê em bibin yek. Heke em vê napêrzin û bi hev re li dij dernekevin em ê tune bibin. Kesên ku xwe naparastine timik tune bûne.    EM NEYARTIYA HEV NEKIN   Divê em ji serkeftin, têkçûn û windakirinê tiştekî hilbijêrin, divê em kîjanî hilbijêrin. Divê em bi serkevin û hebin. Divê gelê kurd tu carî neyartiye hev neke û li hev xwedî derkeve.”