Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin 2021-04-26 16:09:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Rojnamevan Rêbaz Hesen ê di dema şermezarkirina operasyonên TSK’ê ya li Silêmaniyê dişopand de hat binçavkirin, agahî nayê girtin.   Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di 23’ê nîsanê de li heremên Metîna, Avaşîn û Zapê yên li ser sînorê Herêma Kurdistan a Federe operasyon dabû destpêkirin. Xelkê Silêmanî bi pêşengiya Tevgera Azadî duh daket qadan û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kirin. Lê belê Asayîşa Silêmanî mûdaxaleyî meşê kir û rojnamevan Rêbaz Hesen ê meş dişopand û endama Komîteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed jî di nav de gelek kes binçav kirin. Ji duh û vir ve agahî ji Rêbaz Hesen nayê girtin. Hat diyarkirin ku Asayîşa Silêmaniyê têkildarî ku Rêbaz Hesen li ku ye û di bin çi şertan de tê girtin tu agahiyek nade.    ‘BINÇAVKIRIN NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Rêveberiya ANF'ê di daxuyaniya derbarê mijarê da de, xwest tavilê Rêbaz Hesen bê berdan û wiha got: "Divê rojnamevan neyên astengkirin ku karê xwe bikin û çalakiyan bişopînin." ANF'ê bang li rayedaran kir ku derfetên bicihanîna pîşeyê rojnamevaniyê misoger bike û got: "Nayê qebûlkirin ku rojnamevanek di dema şopandina nûçeyê de bê binçavkirin."