Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin 2021-04-26 16:59:54 ENQERE – Doza Kobanê bêyî parêzeran bi xwendina doznameyê didome. Parêzeran li ser ÛYAP’ê ji dadgehê daxwaza redda dadger kirin.     Danişîna Doza Kobanê bêyî parêzeran didome. Dema xwendina doznameyê de Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel daxwaza redda dadger kir. Tûncel, ev tişt got: “Hûn helw didin bêyî parêzeran me bidarizînin. Em naxwazin li vir bimînin û guhdar bikin.”   ‘HÛN NIKARÎN VÎNA 6 MILYONAN BIDARIZÎNIN’   Serokê dadgehê, angaşt kir ku li gorî usûla CMK mafî wÎ heye ku danişînê bidomîne û ji Tûcel xwest ku rûnê. Dema ku dozname dihat xwendin Tûncel careke din bêyî ku mîqrefona wê be vekirin axivî û ev tişt got: “Hûn nikarin vê dozê wiha bi rê ve bibin. Hûn îşkence dikin bi vî awayî. Bêyî parêzerên me xwendina we ya doznameyê sûc e. Hûn nijarin vîna 6 milyonan wiha bidarizînin. Vê dadgehê rawestînin û rêzdar bin.”   ATA XWEST JI DANIŞÎNÊ VEQETE   Siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata û Beyza Ustun jî diyar kirin ku bêyî parêzerên wan xwendina doznameyê ne hiqûqî ye û xwestin ku parêzerên wan bên danişînê. Ata, got ku ew bêyî parêzerên xwe naxwazin li danişînê bimînin. Serokê dadgehê, got ku heta parastina siyasetmedaran neyê girtin, dozname neyê xwendin ne pêkane ku siyasetmedar ji danişînê veqetin û biryara berdewamkirina xwendina doznameyê da.    SEROKÊ DADGEHÊ GEF XWAR   Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî ev tişt got: “Me ne we dît ne jî dengê we bihîst. Dîmen qut bû.” Sabat Tûncel ku li danişînê amade bû, daxwaz kir ku biryara navberê bê dayîn û pirsa “parêzerên me tunene, Ev rewş xweşa we diçe?” kir. Serokê dadgehê jî ev bersiv da gotinên siyasetmedaran: “Na bi diyaloga dijberî hev, bi tilîlî, bi lêdana meseyan mafê bersûc nayê parastin. Ez ê kesên ku li meseyan didin, dilîlînin û diaxivin ji danişînê derbixim.”   DAXWAZA REDDA DADGER   Dema ku danişîn didomiya parêzerek ket eywana danişînê û diyar kir li gel ku ne li danişînê ne jî bi sabotekirina danişînê tên sûcdarkirin û got ku ew vê sûcdariyê qebûl nakin. Her wiha parêzer agahî da ku li ser ÛYAP’ê daxwaza redda dadger kirine.    Selahattîn Demîrtaş ku li ser SEGBÎS’ê mîqrefona wî hat vekirin ev tişt got: “Hûn tam di kîjan astê de ne. Hûn tam çi dikin? Em we nabihîzin, ji neçarî kaxizan didin ber ekranê.”