Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin 2021-04-26 23:27:07 AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê daxuyaniya Komkujiya Ermenan a salvegera 106’emîn a Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin.    Baroya Amedê di 24’ê Nîsanê de derbarê salvegera 106’emîn a Komkujiya Ermenan de daxuyaniyek belav kiribû û komkujî şermezar kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber daxuyaniya baroyê derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê de bi hêceta “Xelkê Tirkiyê, dewleta Komara Tirkiyê, sazî û organên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîn da destpêkirin.    ‘EM Ê NIRXÊ DÎROKÎ BIPARÊZIN’    Serokê Baroyê Nahît Eren li ser hesabê xwe Twitterê bertek nîşanî lêpirsînê da û wiha got: “Baroya Amedê azadiya îfadeya her kesî heta dawiyê diparêz e. Em ê ji ber zext û lêpirsînan parastina azadiya îfadeya xwe bi sînor neke. Em ê heta dawiyê li pey gotinên xwe bin û xwedî li nirxên dîrokî derkevin û biparêz in.”    Baroya Amedê daxuyaniya xwe bi ser navê “Em êşa faleketa mezin parve dikin” belav kiribû û wiha gotibû: "Em di 106'emîn salvegera ‘Felaketa Mezin’ de êşa wan parve dikin. Tehcîra Ermeniyan êş û felaketa herî mezin a civakê ye. Ji ber vê yekê 24'ê Nîsanê li hemû cîhanê roja reş e."