Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî 2021-04-27 09:05:49 MÊRDÎN - Gulîzar Îpek bi hêceta tevli protestoyên danîna qeyûm bûbû li ser fermana qeyûm ji karmendiyê hatibû avêtin. Dadgehê biryar da ku Îpek  li karê xwe bê vegerandin.  Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm danîbû ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û piştî vê biryarê prostestoyan dest pê kiribû. Gulîzar Îpek a karmenda şaredariyê di serdema HDP’ê de anîbûn ser wezîfeya Serokatiya Xizmetên Jinan û Zarokan. Îpek di heman demê de endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Hemû Şaredariyê û Rêveberiya Xwecihî (Tum Bel-Sen) ye. Îpek beşdarî xwepêşandan ango protestoyên danîna qeyûm bûbû. Li ser vê yekê Gulîzar Îpek li ser fermana qeyûm ji bi hêceta “endatiya rêxistinê” ji karmendiyê hatibû avêtin.    Îpek piştî ji wezîfeya xwe hat dûrkirin serî li Dadgeha Îdareyê ya 2’yemîn a Mêrdînê xistibû û doza biryara derbarê wê de were betalkirin vekiribû. Doza Îpek bi encam bû. Dadgehê derbarê Îpek de biryara li karê xwe vegere da. Dadgehê biryarek hêjayî emsale da û diyar kiriye ku mafê protestoyê nabe bibe “endamtiya rêxistinê” û bi vî awayî doza serlêdan û daxwaza Îpek mafdar dîtiye.    MA / Ahmet Kanbal