Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar 2021-04-27 10:59:56 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê serbixwe Umît Ozdag, ji ber parvekirina wî ya têkildarî Qirkirina Ermeniyan gef li Parlamenterê HDP’ê yê Garo Paylan xwar û got ku dema wê tu yê jî ceribandina Talat Paşa bijî.    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî 106’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan ev parvekirin kir: “Piştî 106 salan em li kolanên ku navê serkêşê Qirkirinê Talat Paşa li wan e dimeşin. Zarokên me li dibistanên ku navê Talat Paşa li wan e dixwînin. Heke li Almanya navê Hîtler li kolanan bûye û dibistanên bi navê Hîtler hebûna wê Almanyeke çawa hebûna, em jî dixwazin li Tirkiyeya wisa bijîn.”   Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Umît Ozdag, vê parvekirina Paylan jê girt û bi van gotian gef li Paylan xwar: “Navtêderê bêterbiye. Heke tu ne pir kêfxweşî biçe cehenema serê xwe. Talat Paşa ne ermeniyên welatperwer kesên mîna te ji pişt ve li mirov didin sirgûn kir. Tu jî dema wê bê dê ceribandina Talat Paşa bijîyî û divê bijîyî.”