Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve 2021-04-27 11:09:59 ENQERE - Rêveberên HDP’ê diyar kirin ku berxwedana ku di çalakiyên Kobanê de derketiye holê niha li derdora Doza Kobanê pêk tê û wiha gotin: “Wê Kobanê li  eywanên dadgehan jî nekeve.” Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes di Doza Kobanê de tên darizandin. Di danişîna ewil ku 28 kes jê girtî ne de dorpêça polîs û leşkeran, redkirina daxwazan a şandeya dadgehê û protestoya parêzeran mohra xwe lê dozê xist. Di danişîna li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin de ji ber şandeya dadgehê hemû daxwazên parêzeran red kir, parêzeran eywana danişînê terk kirin û daxwaza redda dadger kirin. Şandeya dadgehê hefteyek navber da danişînê û danişînê taloqî 3’ê gulanê kir.    BAŞARAN: OPERASYONA TOLHILDANÊ YE   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî danişînê çavderiyên xwe vegotin û mudaxaleya polîsan a beriya danişînê bi bîr xist û wiha axivî: “Esas me dizanî kêm zêde wê danişîn çawa derbas bibe. Vîdeoya Suleyman Soylu belav kir û xebata wî ya hashtagê careke din nîşanî me da ku ev danişîn çawa polîtîk e û pêvajoya alîgiriya desthilatê ye.” Başaran, diyar kir ku tiştên duh qewimîn ne darizandin “operasyoneke tolhildanê” bûn û wiha got: “Dixwazin kesên li vî welatî piştevaniya çareserî, aştî û pêşerojeke hevpar dikin darizînin. Serokkomarê li Qesrê biryara xwe daye û peywîr jî daye şandeya dadgehê lê wê dîrok nîşan bide ku dê çawa ev binkeve.”   ‘FAÎL DI KOLTUXÊ GILÎKER DE NE’   Başaran, anî ziman ku berpirsyarê kesên di protestoyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dan desthilat e û wiha got: “Kesên îro di koltuxên gilîker de rûniştine saziyên weke Wezareta Karên Hûndir û Miduriyeta Giştî ya Polîsan e. Esas di vê dosyayê de ew bi xwe faîl in. Derdê wan ne ewe ku mexduriyeta kesên jiyana xwe ji dest dane derbas bikin kesên zirar dîtine zirara wan derbas bikin. Derdê wan ewe ku HDP’ê bikin hedef û tola binketina DAÎŞ’ê ya li Kobanê hilînin. Ji ber vê yekê jî lîstikeke dadgehê heye lê em ê vê lîstikê vala derxînin. Divê tenê ne HDP, dostên HDP’ê, hemû rêxistinên demokratîk ên li Tirkiyeyê, kesên ku demokrasiyê diparêzin û muxalefet li vir bibe dengek. Divê em vê lîstikê bi hev re bi dawî bikin.”   GUNAY: EM LI DORA BERXWEDANÊ KOM BÛN   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî da zanîn ku Doza Kobanê hewldana desthilatê ya ku berpirsyartiyên xwe ji ser xwe biavêje ye û wiha axivî: “Pêvajoyeke ku piştî axaftinên Recep Tayîp Erdogan ên ‘Kobanê hat ket ha dikeve’ yê li Dîlokê dest pê kir heye. Ji ber ku dema digot ‘Kobanê hat ket ha dikeve’ dixwest serkeftina DAÎŞ’ê îlan bike. Lê wê demê jî weke vê demê kurd û dostên wan li dora berxwedana Kobanê kom bûn.”   ‘BERXWEDAN DIDOME’   Gunay, destnîşan kir ku xeta berxwedana Kobanê û têkoşîna wê li dora Dosya Kobanê didome û wiha axivî: “Yekane welatê ku piştevaniya Kobanê sûc tê hesibandin û kirine mijara darazê Tirkiyeye. Esas herkes di ferqa vê heqîqetê de ye, ji ber ku têkiliya Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê gelek vekiriye. Em hemû dizanin serokên DAÎŞ’ê li ku hatin girtin. Em hemû dizanin ku çawa destên xwe dihejandin û li vî welatî digeriyan. Ji ber wê yekê piştevaniya li vir tê wateya têkoşîna li dijî vê yekê jî. Beriya 6 salan çawa li dor Kobanê xeteke berxwedanê, tekoşîneke mirovahiyê hebû, îro jî heman têkoşîna mirovahiyê li dor dosya Kobanê berdewam dike.”     TEMEL: DIXWAZIN VEŞÊRIN   Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel jî diyar kir ku Doza Kobanê komployeke û wiha axivî: “Em duh li Sîncanê careke din hîn bûn ku ev dozeke komployê ye û hin tiştên ku dixwazin ji raya giştî veşêrin hene. Polîsên ku çapemenî dorpêç kir û axaftina hevserokê me yê giştî bi anonsan tepeser kirin, komeke provakatoran ku wan bi xwe ewlehiya wan girt anîn qadê. Vê komê bi pankart û dirûşman çalakî li dar xistin. Bi taybetî qenalên alîgir wergirtin wê qadê û qenalên fermî yên dewletê ew dîmen servîs kirin. Tiştên duh qewimîn nîşan dan ku li Sîncanê edaleteke çawa heye. Ji vê komê re qadeke taybet vekirin û heqaret û xeber ji me re dan gotin.”   ‘WÊ EV HIŞMENDÎ WERE MEHKÛMKIRIN’   Temel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêeleketiya ku li eywanên danîşînê yên faşist ên 12’ê Îlonê nehatin dîtin duh li Sîncanê hatin dîtin. Em di dadgehê de bi tiştên ji cîdiyetê dûr re rûbirû man. Helwesta serokê dadgehê ya heqaretwarî û guh ne dida tu daxwazan nîşanî me da ku çîroka li derve dest pê kir li hûndir didome. Lê li gel vê jî tîma parastinê, hevserokên me û parlementerên me hewl didin ku rastiyê nîşan bidin. Dozeke ewqas bê bingehe ku hem kesên darizînin, hem hêzên ewlehiyê hem jî çapemeniya alîgir nikarin argumanekî ku partiyê sûcdar bikin bibînin. Danişîna ku li Sîncanê dest pê kir wê vegere berxwedana Kobanê. Kobanê çawa neket wê li van eywanên danişînê de jî nekeve. Ev nêzîkatiya berdewama hişmendiya hov a êrîşî Kobanê kirin wê li vir bê mehkûmkirin.”