David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn 2021-04-27 12:17:25 ENQERE –  Koordînatorê Giştî yê Enternasyonala Pêşverû David Adler ku Doza Kobanê şopand,  diyar kir ku HPD’îyan bi gotina xwe ya “Em nehatine vir bên darizandinê em hatine bidarizînin” pêvajoya darizandinê perepaş zivirandine.  Koordînatorê Giştî yê Enternasyonala Pêşverû (Progressive International) David Adler ku danişîna Doza Kobanê ya li HDP’ê hatibû vekirin şopand, çavdêriyên xwe yên danişîna dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Adler, diyar kir ku li eywana danişînê şahidiya şanoyek kiriye û wiha got: “Nûnertiya hiqûqî ya bi dehan parlamenter, şaredar rêveber û endamên HDP’ê bi awayekî vekirî hat redkirin. Rêznegirtina ji pêvajoya qanûnî re herkesê li danişînê bi awayekî zelal dît ku tu eleqeya vê danişînê bi hiqûqê re tuneye. Ev danişînê tenê dikare weke zilmeke siyasî bê binavkirin.”   ZILMA SIYASÎ   Adler, sedema wan a şopandina dozê jî bi van gotinan aşkera kir: “Her ku diçe Erdogan dixwaza zilma xwe ya siyasî li pişt perdeyên reş pêk bîne. Li virt ê xwestin ku zilma li mirovan tê kirin neyê dîtin. Ji eksa wî re em li vir in. Ji bo tiştên pêk tên bibînin û bidin nişandan em li vir in. Dema mirov li eywana danişînê dinêre dibîne ku naxwazin çavdêrên navneteweyî, parêzer û parlamenter dozê bişopînin. Em li Girtîgeha Sîncanê ji aliyê polisan ve hatin tacîzkirin. Rojnamegeran jî tacîz kirin. Em dizanin ku li pey provokasyonê ne. Heke tişta dixwestin bûna dê me negirtina eywana danişînê.”   ‘EV NE DARIZANDINE’   Adler, destnîşan kir ku Doza Kobanê ne darizandin û darizandineke adil e û wiha berdewam kir: “Esas ne têkildarî Kobanê ye jî. Ev doz têkildarî zulma siyasî ya li ser HDP’ê û mutefîkên wê ye. Xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê û her çar aliyê cîhanê. Peyama ku tu cureyê mûxalîf bûyînê ji aliyê vê pergalê ve nayê tehamulkirin dan.” Adler, anî ziman ku tişta di danişînê de herî bandorker gotina HDP’iyan a “Em nehatine vir bên darizandin em hatine bi darizînin” bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîtina vê yekê gelekî bi bandor bû. Ji ber wê yekê hêvî dikim ku di encama vê dozê de wê parêzerên HDP’ê, dostên wan bi heman zextê wê wiha bêjin ‘Ev tenê ne bê hiqûqî ye, ev ji bo ku em danişînê berepaş bizivirînin û ji bo em te darizînin firsendeke.”   ‘PIŞTEVANIYEKE TÊRKER NEHAT NÎŞANDAN’   Adler, nîşan nedayîna piştevaniyeke têrker a rayagiştî ya navnetewî, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl a bi HPD’ê re rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ev danişîn ji gelek kesan re hatibûya ragihandin û baş hatibûya fêmkirin. Ji ber ku heta ev tiştên tên serê HDP’ê re nebêjin bes e, wê ev tişt bi serê hemû mûxalefeta Tirkiyeyê were. Ji ber vê yekê hewce bû ku piştevaniyeke bi hêztir hatibûya nîşandan. Ji bo ku ji tiştên îro hatine qewimîn bibin şahid divê zêdetir mirol li Enqereyê cihê xwe girtibûna.”.   Ma / Gozde Çagri Ozkose - Ceylan Şahînler