Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin 2021-04-27 15:48:44   MÊRDÎN – Danişîna ewil a 5 jê rojnameger 8 kesên ku di şermezarkirinên tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hat dîtin.    Di 20’ê kanûna 2019’an de li Mêrdînê polisan mudaxaleyî şermezarkirina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kiribû û 5 jê rojnameger û 8 kesan binçav kiribûn. Rojnameger Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nûrcan Yalçin, Halîme Parlak û welatî Mehmet Ete, Hamza Ete û Selîm Şîmdî piştî binçavkirina xwe ya 7 rojan hatibûn berdan û doz li wan hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Mêrdînê hat dîtin.    DAXWAZA BERAETÊ RED KIR   Rojnameger Kanbal, Aydin û welatî Mehmet Ete û Selîm Şîmdî tevlî danişînê bûn. Kesên din tevlî danişînê nebûn. Parêzer Kenan Angay, Necat Çiray û Erdal Kûzû jî li danişînê amade bûn. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzeran, got ku 5 kes rojnameger in û xwestin ku bêyî parastin biryara beraetê ji bo wan bê dayîn. Piştî navberekê dozger mutalaaya xwe da û bi hinceta ku qertên rojnamegeran ên beriya sala 2019’an de bûne xwest ku daxwaza parêzeran bê redkirin. Dadgerê dagehê jî li ser daxwaza dozger vê daxwaza parêzeran red kir.    PARASTINA ROJNAMERAN   Piştî vê parastin hatin kirin. Rojnameger Kanbal û Aydin, da zanîn ku ji bo xebatên xwe yên rojnamegeriyê li qadê bûne û darizandina ku bê kirin dê derbarê xebatên wan ên rojnamegeriyê de be. Rojnamegeran got ku armanca binçavkirina wan astengkirina dîtina tundiya polisan bûye û daxwaza beraeta xwe kirin. Kesên din jî dan zanîn ku mafê xwe yê qanûnî bi kar anîne û daxwaza beraeta xwe kirin. Piştre parêzeran jî parastinên xwe kirin û destnîşan kirin ku doza hatiye vekirin li dijî qanûnan e û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.    Dadgehê daxwazên parêzeran red kir û danişînê taloqî 13’ê cotmehê kir.