Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin 2021-04-27 16:26:46   STENBOL - Ridvan Unal ku ji Girtîgeha Duzceyê hat berdan, diyar kir ku her roja ku diçû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêdetir dibûn û wiha got: “Pênûs û lênûskan jî weke amûrên sûc dibînin.”   Ridvan Unal ku di demeke nêz de ji Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê hat berdan, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li gel parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê binpêkirinên mafan berdewam dikin” hat daliqandin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî beşdarî daxuyaniyê bû.    BINPÊKIRIN VEGERÎN ÎŞKENCEYÊ   Unal, anî ziman ku li Girtîgeha Duzceyê 6 salan maye û di vê pêvajoyê de tu binpêkirinên mafan neman ku ne jiyan. Ûnal, bi lêv kir ku piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an binpêkirinên mafan zêdetir bûn û wiha axivî: “Bi taybetî piştî îlona 2018’an rewşa di qewimî vegerî îşkence û tundiya fîzîkî. Îşkenceya ku me dîtî di raporan de heye. Dema ev tişt diqewimîn di serî de midurî girtîgehê hemû gardiyanan gefa kuştinê li me dixwarin. Li gel gotina ‘hûn ê hêza tirka bibînin, ev ne çiyayên we ne’ û xeber digotin. Ev hemû di qeydên girtîgehê de hene.”   EWIL DADGEH PIŞT RE GIRTÎGEH   Unal, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hemû mafên wan ji destê wan girtibûn û wiha got: “Tu rojname nedihat dayîn. Heta pirtûkên ku hevalên me yên di girtîgehê de nivîsandî jî ne didan me. Pirtûkên kurdî bi tu awayî ne digirtin hûndir. Dema em kurdî diaxivîn jî lêpirsîn didan destpêkirin. Dîsa ji bo wergêra rûpeleke nameyeke kurdî ku ji me re dihat 400 lîre dixwestin. Nameyên ku me ji Wezareta Dadê re jî dişandin bi hêceta “propaganda hatiye kirin” ceza didan. Ji xwe pênûs û lênûsk weke amûrekî sûc didîtin. Bi vî şiklî dixwestin paşve gavê bi me bidin avêtin. Diviya bû di sala 2018’an de ez hatibûma berdan lê bi hin hêcetan înfaza min şewitandin. Niha jî li gel cezayê 4 hevalên me xelas bûye jî bi hin hêcetan na berdin.”     Endamê OHD’ê Ahmet Baran Çelîk jî diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Duzceyê û personelên wê bi awayekî dijminanê nêzîkî girtiyan dibin. Çelîk, da zanîn ku girtiyên siyasî bi pêkanînên cuda re rûbirû ne û têkildarî nêzîkatiya gardiyanan a li gor agahiyên girtiyan ev agahî dan:    “* Di tiliya gelek gardiyanan de gustîlên bi sê hîv (nîşaneya ala MHP’ê) hene û her tim van gustîlan nîşanî girtiyan didin.    * Dîsa gardiyanekî bi gustîla 3 hîv dema dema karavanayên xwarinê digire bi zanebûn pêhna lê dixe û wisa dibe. Ev kes di heman demê de kesekî ku di sala 2018’an de îşkence li girtiyan kiriye. Wê rojê dema pêhn li girtiyan dixist digot ‘ji niha û şunde merhamet nîne’. Ev kes her tim girtiyan provoke dike.    * Dema dixwazin evraqekê bi girtî bidin îmzekirin, dixwazin bêyî ku evraqê nîşanî wan bidin dixwazin îmzeyê bigirin. Dema girtî xwest evraqê bibîne jî bêyî ku evraqê bidinê paş ve dibin.   *Dema lêgerîn tê kirin, gardiyan bi awayekî zanebûn zirarê didin tiştan.”   CEZAYÊN DISÎPLÎNÊ   Çelîk,, anî ziman ku bi hin hêcetên cuda cezayê dîsîplînê didin girtiyan û wiha got: “Ji van cezayên dîsîplînê gelek jê dibin cezayê hucreyê, ev ceza bi awayekî bi zanebûn li gel daxwazê jî nadin kişandin. Ev bi niyeteke nebaş tê kirin. Ji ber ku dema girtiyan cezayên xwe xelaskirin, van cezayan hincet nîşan bidin û neberdin. Niha cezayê di sala 2018’an hêj jî nedane kişandin.”   CEZAYÊN HUCREYAN   Çelîk, anî ziman ku ji ber girtiyan têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ji Wezareta Dadê re û bi daxwaza Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ji Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê re daxwazname şandin ji her girtî re 11 roj cezayê hucreyê hatiye dayîn. Çelîk, diyar kir ku ji ber girtiyan tembûr lêxistiye û bi kurdî stran gotine bi heqareta “Ev der Tirkiye ye hûn ê li vir bi Tirkî biaxivin” re rûbirû mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî din jî ji ber stranên kurdî gotine ji her kesê re 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn. Bi awayekî vekirî sansurê li kurdî dikin û ji bo girtîgehan kirine zimanê qedexe.”