Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan 2021-04-28 09:01:00   AMED - Psîkiyatrîst Îsrafîl Bulbul destnîşan kir ku feqîriya aborî û şerê heyî însanan ber bi întîharê ve dibe û sedema întîharan jî bêtir xizaniyê nîşan dide.    Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber şertên pandemiyê her roja ku diçe krîza aborî kûrtir dibe. Krîza aborî, bêkarî, xizanî însanan diajo nava întîharê. Di demên dawî de bûyerên întîharê zêde bûne. Lê balkêş e ku herî zêde ciwan întîhar dikin. Di demên dawî de li navenda Amedê û navçeyên wê û bajarên derdorê jî bûyerên întîharê zêde bûne.    Bijîşkê Pispor ê Psîkiyatrîst-Psîkoterapîst Îsraîfê Bulbul întîharên li bajarên bakurê Kurdistanê pêk tên ji ajansa me re nirxand.    ‘KRÎZA ABORÎ BANDORÊ DIKE’    Bulbul diyar kir ku li Tirkiyê di 50 salên dawî de di bûyerên întîharê de ji sedî 50 zêdebûnek heye û wiha got: “Nexweşiyên psîkiyatrîk wek sedemê întîharan tê zanîn. Li gorî lêkolînên li dinyayê hatine kirin ji sedî 80 întîharan ji ber sedema nexweşiya psikiyatrik e. Di serê vê nexweşîna psîkiyatrîk de tişta em jê re dibêjin depresyon tê. Dema tedawiya vê neyê kirin û bi qasî tê xwestin desteka civakî neyê kirin bi taybetî di zilaman de meyla întîharê zêde ye. Zehmetiyên aborî ne sedema yekemîn be jî lê belê însanan teşvîqî întîharê dike.”    ‘ŞER TRAVMAYÊ XERA DIKE’    Bulbul destnîşan kir ku sedemên întîharên li bajarên bakurê Kurdistanê pêk tê polîtîkayên ewlekariyê û pirsgirêkên aborî ne û wiha got: “Teqez bandora şerê 30 salên dawî yê li herêma me berdewam dike li ser nexweşîna psîkiyatrîk yeye. Her ku rêjeya vê psîkiyatrîk zêde dibe rêjeya întîharan jî zêde dibe. Piştî travmayê xerabûna strese raste rast bi pêvajoya şer ve girêdayî ne û ev encamek şer e. Li herêma me rêjeya nexweşîya travmayê jî derdora ji sedî 50’î ye û ev rêje bi ser rêjeya cîhanê re ye. Bi taybetê li aboriya bajarên herêma li ber bajarên din ên Tirkiyê her tim nebaş bûye. Dema rewşa aborî xerabe be, şer berdewam bike ev jî dibe sedema ku nexweşînên psîkiyatrîk zêde dibin û em dikarin ji ber vê yekê leza întîharên li herêma me xwe nîşan dide.”