Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir 2021-04-28 09:01:40   ÊLIH - Qeyûmê Êlihê Hulusî Şahîn ji bo îmaja qeyûmtiyê birêkûpêk bike ji budçeya şaredariyê bi 825 hezar lîreyî bi şirketekî fîlmên “spot” da çêkirin. Ev spot di bin navê nûçeyan de li televîzyonên alîgir hat belavkirin.    Qeyûmên ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve li ser şaredariyên HDP’ê hatine wezîfedarkirin, ji bo ku bixin çavê xelkê dest bi reklam û çêkirina nûçeyan kirin. Qeyûmê Şaredariya Êlihê Hulusî Şahîn ji bo ku xwe û qeyûmtiyê bixe çavê xelkê Êlihê ji budçe ango qasaya şaredariyê 825 hezar TL pere ji bo spotên danasînê veqetand. Şahîn ji bo çêkirina spotên danasînê da şirketek AKP’yî. Ev spot di medya alîgir de hatin weşandin. Nayê zanîn ku ka Şahîn ji bo weşandina van spotan jî çiqas pere daye wan televîzyon û organên medyayê.    REKLAMÊN KU XWE BI XELKÊ ŞÎRÎN BIKIN   Şahîn reklamên “nîşandana birêkûpêk a îmaja qeyûm” di 9’ê sibatê de bi sernavên wek “Batmana qezenkirî û bi hêz”, “Mîmariya Êlihê diguhere”, “Teror çû, turîzm û razemenî hat” û “Rûyê Êlihê yê ku nû dibe” bi televîzyonên alîgir nûçe da çêkirin.    BI GIŞTÎ 825 HEZAR TL HATIYE RAZANDIN    Hat destnîşankirin ku pereyê van reklamên îmajê 825 hezar TL ji qasa şaredariyê raserast dane şirketên alîgir û di 20’ê çileya 2021’an de 419 hezar û 750 TL rasterast bi rêya temînê ji bo çêkirina spotan daye Şirketa BA ya ku karê reklam û danasînê dike.    Qeyûm Hulusî Şahîn ji bo projeya newal û çem jî di 6’ê çileya 2021’an de 305 hezar TL bi Hurşît Aksakal re li hev kiriye. Ji bo pêdiviya animasyona vê projeyê jî di 29’ê çile de 100 hezar TL hatiye dayîn.    Qeyûm ji bo van karan bi giştî 825 hezar TL razandiye. Xwediyê van şirketan nayê zanîn û qeyûmê xwedîgiravê dibêje çavkaniyên Êlihê ji bo êlihiyan e, rabûye projeya çêkirina van spotan jî daye Şîrketa Ajansa BA ya ji Stenbolê. Hat zanîn ku xwediyên van şirketên vî karî wergirtine jî kesên nêzî îqtidarê ne.