Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min 2021-04-28 09:02:04   AYDIN - Penaberê ji afgan ê li GGM’a Aydinê tê ragirtin diyar kir ku karmendên li wir zextan lê dikin ku biçe li welatê xwe şer bike û ew jî naxwaze vegere welatê xwe. b     Yek ji navendên ku penaberên xwe li Tirkiyê girtine û li dimînin jî Navenda Paşde Şandinê (GGM) ya Aydinê ye. Di demên dawî de ev GGM’a li Aydinê bi tundî û muameleya xerab lê diqewime ketiye rojevê. Penaberek afgan ê li GGM’a Aydinê tê ragirtin ku ji ber ewlehiyê nexwest em navê wî binivisînin, xwe gihand ajansa me û tiştên hatine serê wî vegot.    'MALBATA MIN TUNE KIRIN’    Penaber diyar kir ku li Afganistanê du sal berê Talîban bavê wî kuştiye û xwestine wî jî bi zorê bibin şer û ji bo neçe şer xwe li Tirkiyê spartiye. Penaber destnîşan kir ku Taliban malbata wî tune kiriye û got: “Ez û birayê/xwişka xwe bi tenê man. Ez jî reviyam hatim Tirkiyê. Bi rojan ez meşiyam. Hêj lingên min diêşin. Tiliyê min bêrih in. Piştî ez hatim Tirkiyê rayedaran min şand Denîzliyê. Li vir ji min re gotin em ê qeyda te ya îdareyê çêbikin û ji bo xebatê belge bidina min. Ez du meh berê çûm Îdareya Koçberiyê ya Denîzliyê. Karmendên wir jî min anîn Navenda Paşde Şandinê ya Aydinê. Hêj negotine çima min anîne vir û çim amin radigirin.”    DAXWAZNAMEYAN NADIN BAROYÊ    Penaber anî ziman ku piştî wî birine GGM’a Aydinê tu alîkariya hiqûqî nedane wî, ji bo parêzer serlêdan kiriye lê ji Baroyê kes neçûye bi hawara wî ve û karmendên li wê navendê daxwaznameyên wan nadin baroyê.    ZEXT LÊ TÊN KIRIN    Penaber destnîşan kir ku karmendên li Navenda Paşde Şandinê her tim zextan lê dikin ku bizivire Afganistanê û got: “Ji bo min bişînin Afganistanê bi darê zorê ewraq bi min didin îmzekirin. Ji min re dibêjin ‘li welatê te şer heye, biçe şer bike çima reviyayî’. Heke ez îmze nekim wê salek min li vir bigirin. Piştî salekê jî wê min bi darê zorê dersînor bikin. Ez naxwazim vegerim û biçim nava şer. Ji bo ez jiyanek baştir li vir ava bikim hatime vir. Li gel ku min tu sûcekî nekiriye jî min li vir radigirin.”    BANGÎ BAROYÊ KIR    Penaber bang li Baroya Aydinê kir û xwest piştevaniya hiqûqî bidin wî û wî ji wir rizgar bikin.    MA / Sevda Aydin