Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye 2021-04-28 15:01:02   RIHA  - Ferît Şenyaşar di dema serdanên ji Mêrdînê û Mêrsînê hatin kirin de axivî û got: “Rêgeza dewleta hiqûqî tê binpêkirin. Hemû bersûc hatin diyarkirin. Lê dozgerek bi cesaret ku dosyayê vebike tune ye.”    Serdanên xwedî derketin û piştevaniya çalakiya nobetê edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê dewam dikin. Ji Mêrdînê Rêxistina HDP’ê ya Nisîbînê û ji Mêrsînê jî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Baroya Mêrsînê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê malbata Şenyaşar ziyaret kirin.   Heverokên HDP’ê yên Nisêbînê Hêvîdar Dînç û Şiyar Koçe bi rêveberên xwe re, Hevşaredarê Nisêbînê yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin Ferhat Kut û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Koç cihê xwe di serdanê de girtin. Serdanvanan gula dan dayik Şenyaşar. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût, di serdanê de axivî û wiha got: “Hiqûq tuneye. Dilê me her tim bi we re ye. Pir zore ku mirov ji desthilatdariya AKP û MHP’ê hêviya edaletê bike. Lê elbet wê rojekê edalet bê bicihanîn. Dilê 40 milyon Kurd bi we re ye. Em hemû şopdarê doza we ne. Em ji bo we sebrê dixwazin. Em her tim bi were ne.”    Emîne Şenyaşar jî banga piştevaniyê kir. Dayika Aştiyê Emîne  Koç li ser vê banga Şenyaşar, da zanîn ku ew her tim piştevaniya xwe dewam bikin.   Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç jî, dest nîşan kir ku daxwazên we di cih de ne û wiha got: “Sekna we ya li vê derê ji bo her kesî mînake. Zilmek mezin heye. Em li gel we ne. Divê hemû hiqûqnas ji bo we têbikoşin.”    ‘BÊHIQÛQIYEK MEZIN HEYE’   Şandeya ji Mêrsînê jî hatibû, derbarê dosyaye malbatê dee agahî girt. Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, di serdanê de, diyar kir ku ewê şopdarê dozê bikin û wiha got: “Divê hemû raya giştî têkildarî vê têkoşîna mafdar bi hestiyar tevbigere.”   Serokê Navenda Nafê Mirovan a Baroya Mêrsînê Hasan Keleşoglû jî, anî ziman ku bi armanca piştevaniyê ew îro li vê derê ne û wiha got: “Divê lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin. Lê bêhiqûqiyek mezin heye. Em bi hemû girseyên demokratîk re li gel wene. Em bi vê yekê serbilindin.”   FERÎT ŞENYAŞAR: FAÎL DIYARIN   Ferît Şenyaşar jî, xêrhatina serdanvanan kir û wiha got: “Rêgeza dewleta hiqûqî tê binpêkirin. 3 mirovanen me qetil kirin. Hemû bersûc hatin diyarkirin. Lê dozgerekê bi cesaet ê ku dosyayê vebike tuneye.”