Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin 2021-04-28 15:15:04   AMED - Parlementera HDP’ê Dersîm Dag mirinên biguman ên di girtîgehan de diqewimin bir rojeva Meclîsê û xwest ev mirin bên lêkolînkirin.   Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, mirinên biguman ên di girtîgehan de diqewimin bir rojeva Meclîsê. Dag, ji bo mirinên bi guman ên di girtîgehan de ku 10 salên dawî qewimîne, kesên bûne sedemê van mirinan, kes û saziyên îhmala wan di van mirinan de hene û bergiriyên ku bikevin pêş mirinan xwest Lêkolîna Meclîsê bê kirin.   Dag, destnîşan kir ku di çarçoveya mafên mirovan û hiqûqa navnetewî de divê jiyana kesan bigirin bin temînatê û da zanîn ku lê di van salên dawî de gelek mirinên biguman di girtîhan de pêk hatin.    ‘NÎŞANDANA HELWESTA DIJMINANE YE’   Dag, Kadîr Aktar ê 17 salî ku li girtîgeheke Stenbolê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ev bûyer û gelek bûyerên weke vê muhtacî lêkolîn kirinê ne. Ev mirinên biguman ên di girtîgehan de pêk tên dide nîşandan ku bi awayekî aşkera helwesta dijminane pêk tê. Aşkeraye ku derbarê van mirinan de lêpirsînek nehatiye birêvebirin û ji bo bikevin pêş van mirinan tu bergirî nehatine girtin.