Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da 2021-04-28 15:21:34     ÊLIH - Cerdevan Alaattîn Sert dema li navçeya Hezoyê di noxteya ewlehiyê de nobet digirt, wesayîtê lê da û jiyana xwe ji dest da.   Li noxteya ewlehiyê ya Baltepe ya li ser rêya navçeya Hezo ya Elihê, wesayîtê li cerdevan Alaattîn Sert da. Sertê ku giran birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê jiyana xwe ji dest da. Malbata cerdevan Sert, cenazeyê wî li goristana Mezraya Asê ya girêdayî navçeyê veşartin.