Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye 2021-04-29 09:00:26 RIHA - Keleha Çemdîn a li Wêranşarê ji serdema romayiyan maye tevî biryara parastinê jî nayê restorekirin û bi metirsiya hilweşandinê re rûbirû maye.   Li taxa Kela Çemdîn a navçeya Wêranşarê ya Rihayê bermahiyek dîrokî ku jê re dibêjine Keleha Çemdîn û ji serdema romayiyan a sedsala 2’yemîn maye bi tunebûnê re rûbirû maye.    Desteya Parastina Mîrasên Çandî ya Herêma Rihayê di 28’ê sibata 2013’an de biryara parastina vê kelehê daye û wek qada sît a arkeolojik a 2’yemîn hatiye ragihandin. Heta niha keleh nehatiye restorekirin û çêkirin û parastin. Biryara restorekirina kelehê li ser kaxezê biryarê maye. Keleh nihar veguheriye cihê kolandina kesên li defîneyê digerin û şêniyên derdorê jî ji bo sewalên xwe wek axurê bikar tînin.    NAVENDA CAZÎBEYÊ YA DÎROKÎ BÛYE     Ev keleh 28 kîlometre dûrî navenda Wêranşarê ye û ji aliyê bîzans, ereb û akkoyûnan ve wek hatiye bikaranîn û ev keleh her serdem ji aliyê hêzên cuda ve hatiye dagirkirin û wek navendek cazîbe ya ku li nêzî rêya Rêya Hevrîşimê li cihek bilind hatiye avakirin. Li derdora kelehê gelek şikeft û bîr û malên kevn hene.     ‘NEPARASTINA KELEHÊ POLÎTÎKAYEK DEWLETÊ YE’    Îsmaîl Topkan ê li nêzî kelehê rûdinê destnîşan kir ku neparastina kelehê polîtîkayek dewletê ye. Topkan anî ziman ku keleha dîrokî bi tunebûnê re rûbirû maye û ev keleh tenê ne mîrasa aliyekî ye mîrasa hevpar a mirovahiyê ye. Topkan destnîşan kir ku heta niha kes xwedî li kelehê derneketiye û ji aliyê kesên ku li defîneyê digerin ve her roj tê rûxandin û pêwîste keleh were restorekirin. Topkan bang li rayedaran kir ku xwedî li kelehê derkevin.    MA / Bariş Polat