Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin 2021-04-29 09:00:34 SÊRT - Li 3 goristanên Sêrtê di beşên gorên bêkesan de 200 cenaze hene û ev bi kamerayên mobesê tên kontrolkirin. Nûnera MEBYA-DER’ê Leyla Ozalp ji bo dayîna cenazeyan daxwaza avakirina komîsyonekê kir.  Li bajarên bakurê Kurdistanê hejmara goristanên bêkesan zêde dibin. Hat diyarkirin ku li goristanên Zevye, Şêx Silêman û Şêx Mûsa yên Sêrtê di beşên gorên bêkesan de 200 cenaze hene. Hat zanîn ku gelek cenaze aydê endamên HPG’ê ku di şerên li derdora Sêrtê qewimîne de jiyana xwe ji dest dane.    Nûnera MEBYA-DER’ê y Sêrtê Leyla Ozalp têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku li gorî lêkolînên wan li ser hersê goristanan kiriye 200 cenaze li cihên bêkesan in û cenaze aydê endamên HPG’ê ku ji sala 2006’an ve li herêmê jiyana xwe ji dest dane ne.    ‘GORÊN BÊKESAN 24 SAETAN BI MOBESE TÊ TEMAŞEKIRIN’    Ozalp anî ziman ku ji adara 2020’an vir ve 15 cenaze li van goristanên bêkesan hatine veşartin û li ser hewldanên malbatê wan cenaze hatine wergirtin û birine li bajarên xwe veşartine. Ozalp da zanîn ku bi piraniya cenaze aydê welatiyên ji Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne û got: “Li ser hin kêlikan reqem hene û li ser hin kêlikan jî nivîs hene. Beşên van goristanan ên aydê bêkesan 24 saet bi kamerayên MOBESE’yê tên temaşekirin. Destûr nayê dayîn ku çêreyên li ser goran jî were paqijkirin. 15 sal in li ser van cenazeyan îşkence tê kirin. Banga me li malbatên me ew e ku şert û merc çi dibin bila bibin werin xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Bila werin vir bi me re pêwendiyê deynin û ji bo DNA’yê nimûneya xwînê bidin. Bila werin bi rêyên yasayî serlêdanan bikin. Bila cenazeye kesî li vir nemîne. Ji ber ku demên dirêj derbas bûne nav û paşnavê wan nîn in. Ev cenaze bi piranî aydê kesên di şerên li Herekol, Hawêl, Çirav û Berwariyê de qewimîne ne.”   BANGA AVAKIRINA KOMÎSYONÊ    Ozalp ji bo avakirina komîsyonek ku bi kar û barên van cenazeyan re eleqedar bibe bang li rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û hiqûqzanan kir û bi rêya vê komîsyonê wê ev 200 cenaze radestî malbatên wan werin kirin.    MA / Fethî Balaban