Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê 2021-04-29 12:46:56   AMED – Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, pirsgirêka cotkarên Êlihê ya ji ber hişkayiyê bir rojeva meclisê û ev pirs kir: “Wê ji bo cotkarên zeviyên wan hişk bûne û xesar dîtine alîkarî bê kirin?”    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, cotkarên ku ji ber hişkayiyê çandiniyên wan hişk bûne û mexdûr bûne bi rrojeva meclisê. Ûca, derbarê mijarê de pêşnûmepirsekê amade kir û bi daxwaza ku Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî bibersivîne da Serokatiya Meclisê.    Ûca, di pêşnûme pirsa xwe de qala rewşa hişkayiyê ya li çoltera Êlihê kir û derbarê mijarê de bi daxwaza ku bibersivîne ev pirs ji Wezîrê Pakdemîrlî kir:   "* Ji bo ku medûriyeta wan bê derbaskirin wê bi rêya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) av ji cotkaran re bê berdan   * Ji bo cotkarên ku zeviyên wan hişk bûne û xesar dîtine wê alîkarî bê kirin?   * Ji bo cotkarên ku deynê wan hene xebateke we heye?   * Hejmara cotkarên ku deynê wan ji kooperatif û bankayan re heye çiqas e? Çend cotkar di îcrayê de ne? Hejmara cotkarên ku ji ber deynan traktör, rez û erde xwe firotine çend in?”