Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir 2021-04-29 13:55:57   ENQERE - Dadgeha Bilind, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hatibû birîn, di 26’ê Nîsanê de, roja Doza Kobanê dihat dîtin de, erê kir.   26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, bi hinceta axaftina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş a di pîrozbahiya Newroza 17’ê Adara 2013’an de ya li Stenbokê kiribû, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Ev cezayê Demîrtaş, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.   Bal kêşe ku Dadgeha Bilind di 26’ê Nîsanê de, roja Doza Kobanê dihat dîtin de, ev biryar daye.   Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Mafê Hiqûq û Mirovan a HDP’ê Berpirsiyar Umît Dede, derbarê biryara Dadgeha Bilind de daxuyaniya nivîskî weşand û wiha got: “Ev ceza bêhiqûqiye. Dadgeha Bilind, tam jî di roja Doza Kumpasê ya Kobanê dihat dîtin de, ev biryar daye. Ev biryar parçeyekê êrişên tesfiyekirina partiya me û hilbijêrên me ye. Lê li dijî vê xirabiya birêxistinkirî emê qezenc bikin.”