Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin 2021-04-29 14:05:22   WAN - Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat astengkirin û polîsan destûr nedan ku kes ji avahiya DÎSK’ê derbikeve derve.    Li Wanê, KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê xwestin derbarê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de, li Parka Mûsa Anter daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan destûr nedan. Kedkarên berî daxuyaniyê li avahiya DÎSK’ê kom bûn, xwestin heya Parka Mûsa Anter bimeşin. Polîsan li ser vê yekê pêşiya avahiyê girtin û destûr nedan  ku kes ji avahiyê derbikeve.    Polîsên ku destûr nedan karkeran, biryara qedexeyê ya walîtiyê weke hincet nîşan dan. Ji ber astengkirinê, di navbera polîs û kedkaran de nîqaşa derket.