Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e 2021-04-29 14:08:56   RIHA - Rihayiyên ku biryara ‘girtina giştî’ ya bi hêceta şewba vîrûsa koronayê hat dayîn nirxandin û gotin: "Armanc tenduristiya gel nîne, amadekariyên sezona tûrîzmê ne. Dixwazin bikevin pêş bêîteatiya sivîl.”   Biryara “Girtina Giştî” ya 17 rojan Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) weke “derveyî zanîstê ye û dereng mayî” û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) jî weke “berhema armancên îdeolojîk a desthilatê” bi nav kir bû hedefa rexneyan. Me qedexeyên “Girtina Giştî” ku Serokomarê AKP’î Tayîp Erdogan di 26’ê nîsanê de piştî civîna kabîneyê ragihand, ji Rihayiyan pirsî.    ‘WÊ BÊÎTEATIYA SIVÎL DEST PÊ BIKE’   Welatiyê bi navê Kartal Polat, diyar kir ku ne li hemberî biryara girtinê ye lê diviya hikumetê paketên piştevaniyê jî aşkerekiribûna û wiha axivî: “Bila heqê kesên nikarin biçin kar û kirêya dikandarên ku nikarin dikana xwe vekin bidinê. Bi kongreyên bi devî re ev kar naçin serî. Wateya ku bi nanê mirovan lîstinê nîne. Ev di ferqê de ne ku wê bêîteatiya sivîl dest pê bike. Dixwain bikevin pêş bêîteatiya sivîl.” Polat, anî ziman ku dema dikandaran amadekariya cejnê dikir biryara girtinê hat dayîn û wiha got: “Bi biryara 17 rojan esnafên bicûk girtin. Zincîrên marketan hemû vekirîne. Çi guneha feqîran heye. Kî dê çek û senedên esnafan bide?. Canê yekê dixwaze welat digire, canê wî dixwaze welat vedike. Dema 3 kes hatin ba hev bi koronayê dikevin lê dema kongre bi devî re hatin kirin pirsgirêk nîne.”   ‘ARMANÇ TÛRÎZM E’   Ahmet Demîr jî da zanîn ku wexta biryara girtinê bihîst xemgîn bû wiha axivî: “Sedemê xemgînbûna min rewşa aboriyê ye. Dema mijar aborî be welatê di polê de dimîne. Ji ber ku ji niha ve otel, sahil, denîz ji bo tûrîstan tên amadekirin. Ji bo ku hinek pere qezençbikin bingeha wê ava dikin. Weleh û bileh armanc gel nîne armanc tûrîzm.”   ‘WÊ KARKERÊN MIN BIRÇÎ BIMÎNIN’   Cotkar Huseyîn Aydogdû yê ku dema biryara girtinê bihîst ji bo tenduristiya xwe kêfxweş bûyî jî wiha got: “Qedexeya derketina derve hat îlankirin lê 5 karkerên min hene. Belgeyên wan ên cotkariyê nînin ji ber wê nikarin derkevin. Her karkerekî 4 zarok hebin herî kêm 20 kes ji zeviya min nan dixwe. Em nizanin em ê çi bikin. Divê dewlet an jî Walitiya Rihayê çareseriyekê bibîne. Dê karkerên min birçî bimînin û berhemên min dê di destê min de bimînin.    ‘QEDEXE BE JI BO HERKESÊ YE’   Abdulah Çelîk ê cara ewil biryar bihîstî da zanîn ku weke ku aveke kêlandî bi serê wî de kirin matmayî ma û wiha axivî: “Akademîsyen, mirovên zanîst û nivîskar derdikevin ser ekranan dibêjin bila ’15-20 rojan girtina giştî çêbibe’ Temam baş e. Lê bila mehekê meaşê wan jî bê birîn da ku rewşa me fêm bikin. Dikana min tê girtin ez ê çawa debara xwe bikim. Cejn bêndera esnafekî ye.”   ‘EZ Ê ÇAWA BIDIM’   Halîl Yîgît jî destnîşan kir ku weke esnaf di hilweşînekê de ne û wiha got: “Li welatên din qet nebe dema qedexeyan îlan dikin piştevaniya welatiyên xwe dikin. Ez li vir 6 hezar kirê didim. Lêçûna min ya kirê ya rojane 200 lîre ye, dema 18 rojan girtin pêk hat tenê 3 hezar û 600 lêçûna min a kire çêdibe. Du xebatkarên min jî hene. Ez ê çawa pereyê van bidim?”   ‘EM LI BENDA EFÛYA BACÊ BÛN’   Jineke ku xwe weke peyanereke ciwan da nasîn û nexwest navê wê bê nivîsîn jî bertekên xwe wiha rêz kirin: “Li cem min 4 karker dixebitin. Niha wê qedexeya derketina derve ya herî dirêj pêk were. Ez ê çawa heqê van bidim. Em 18 rojan çawa li ber xwe bidin. Tişta dibe li me esnafê biçûk dibe. Qet nebe me digot wê efûya bacê derkeve. Niha 4 hezar lîre deynê min ê bacê heye. Diviya bû di vê pêvajoyê de em ji vê mûaf kiribûna.”   MA / Lezgîn Tekay