Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin 2021-04-29 14:54:57   MEREŞ- Li Mereşê, xwediyê qirtasiyê M.B. bi sûcdariya îstîsmara zayenî li zaroka 12 salî kir hat binçavkirin   Bikarhênereke hesabê medya civakî yê Twîtterê, diyar kir ku xwediya qirtasiyê M.D. biraziya wê zaroka 12 salî îstîsmar kiriye û got: “Bila her kes baldarê xwe be. Îro hat serê me, dibe ku sibe bê serê we.”  Serdozgeriya Komarê ya Elbîstanê, derbarê vê parvekirinê de, dest bi lêpirsînê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de, îfadeya zaroka rastî îstîsmarê hatibû hat girtin. Dûre xwediyê qirtasiyê M.D. hat binçavkirin.    Lêpirsîna M.D. a li Miduriyeta Polîsan dewam dike.