Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî 2021-04-29 18:29:59   ENQERE - Dadgeha Enqereyê ku li Doza Kobanê dinêre dîroka danişînê ku taloqî 3'yê gulanê kiribû guherand û taloqî 18'ê gulanê kir.    Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetvan ji Doza Kobanê tên darizandin. Danişîna ewi la Doza Kobanê di 26'ê nîsanê de hatibû lidarxistin û danişîn taloqî 3'yê gulanê hatibû kirin. Dadgeha ku li dozê dinêre dîroka danişînê guherand û taloqî 18'ê gulanê kir.    Şandeya dadgehê ku têkildarî lêkolîna girtinê biryara xwe navberê nedabû, îro li ser dosyeyê lêkolîn kir û bi hêceta ku "gumana revê heye" carek din biryara dewama girtina girtiyan da. Şandeyê dadgehê bi hêceta ku 3'yê gulanê dikeve qedexeya ji binî ve ya di çarçoveya pandemiyê de danişînê taloqî 18'ê gulanê kir.