Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê 2021-04-29 23:50:20 ŞIRNEX - Li Şirnexê ji saetên êvarên vir ve tevgerek zêde ya leşkerî heye.    Piştî Wezareta Karên Navxweyî operasyonên "Eren Cudî", "Besta" û "Eren Kazan Ogul" ragihand ku bi beşdariya 5 hezar û 280 cerdevan, tîmên taybet û leşker li Şirnex û Colemêrgê dest pê kiriye, ji saetên êvarê vir ve li herêmê tevgerek zêde ya leşker çêbûye. Li ser rêya navçeyên Basan û Cizîrê maşîneyên zirxî yên leşkerî diçin û tên. Her wiha tevgerek zêde ya esmanî jî balê dikişîne ser xwe.