Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin 2021-04-30 09:00:31 AMED - Parêzer Yûsûf Çakas, diyar kir ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û ev bêhiqûqî ji ber atmosfera siyasî ya Tirkiyê pêk tên.  Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 155 roj in bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger de ne. Binpêkirinên mafan ên giran li ser girtiyan jî di rojevê de cih digire. Parêzer Yûsûf Çakas ê endamê Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji ajansa me re axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Çakas destnîşan kir ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û ev bêhiqûqî ji ber atmosfera siyasî ya Tirkiyê pêk tên.    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN    Çakas diyar kir ku ji ber xurekan bi awayek têkirî nadin girtiyên dikevin greva birçîbûnê û bi vî awayî mafê jiyanê yên girtiyan tê binpêkirin û ji ber vê yekê jî girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû dimînin. Çakas da zanîn ku rayedar û hekîmên girtîgehan hesasiyetek pêwîst nîşanî girtiyan nadin û divê neyê jibîrkirin ku mafê tenduristiyê parçeyek mafê jiyanê ye.   LÊGERÎNA QAWÎŞAN    Çakas destnîşan kir ku di li girtîgehan di du mehên dawî de bi serdegirtinên qawîşan zêde bûne û got: “Bi helwestek tund bi ser qawîşan de digirin. Girtî dibêjin ku bi serdegirtinên qawîşên wan dişibin serdegirtinên malan. Girtî bertek nîşanî serdegirtinan didin, vê carê wan sirgûnî girtîgehên din dikin. Di serdegirtinên heta îro de ji bilî pirtûkan tiştek nehatiye dîtin. Ev pirtûk jî bi destûra girtîgehê dane girtiyan. Sedema bingehîn a ewqas zext li ser girtiyan pêk tê jî ji ber siyaseta polîtîkayên ewlekariyê ye. Çawa ku li derve destûr ji bo daxuyaniyek çapemeniyê nayê dayîn, li girtîgehan jî dest datînin ser pirtûkên girtiyan û nahêlin pirtûk werin xwendin.”    Çakas destnîşan kir ku li Girtîgeha Amedê yên Tîpa 1 û 2’yan yên Ewlehiya Bilind girtiyên DAIŞ’î di korîdorên girtiyên siyasî de bicih kirine û ev yek jî fikaran zêde dike.    SEPANA HALÊ BAŞ    Çakas anî zman ku di encama Desteya Halê Baş tenê li Girtîgeha Amedê herî kêm tevî ku cezayê 30 girtiyan hatiye înfazkirin jî nayên berdan û wiha got: “Bifikirin tevî ku kesek ji ber xebatên partiya siyasî tê darizandin û tê diyarkirin ku ne endamê rêxistinê ye jî bi zimanek zelal tê îfadekirin. Di danişînan de ji aliyê Desteya Halê Baş ve li girtiyan poşmanî tê ferzkirin. Ev meseleya neberdana girtiyan bi serê xwe binpêkirina mafên girtiyan e. Bêhiqûqî çiqas xwe eşkere radixe ber çavan. Ev sepan mafê berdana bi serbestî û berdanê jî tune dike. Divê demildest ev sepan paş de were kişandin.”    LÊGERÎNA TAZΠ   Çakas anî ziman ku yek ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî lêgerîna tazî ye û wiha got: “Em wek hiqûqzanan dibêjin ku lêgerîna tazî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Lêgerîna tazî li gorî yasayan û hiqûqê jî nayê qebûlkirin. Spartina lêgerîna tazî ya li ser girtî û kesên binçavkirî qet nayê qebûlkirin û tu kes nikare bike hêceta tiştekî jî. Dema girtî ji girtîgehekê sewqî girtîgehek din tên kirin dîsa jî spartina lêgerîna tazî nayê qebûkirin û maqûl nayê dîtin.”