Sûra şaredariya AKP’î çêkir rê li ber hezîna axê vekir 2021-04-30 09:00:33 MÛŞ - Şaredariya AKP'î ya Mûşê, di salan 2018'an de, bi milyonek û 817 hezar lîreyan, "sûra kelehê" ji betonê çêkir, lê ev sûr li taxê rê li ber hezîna axê vekir.  Şaredariya AKP’yî ya Mûşê di sala 2018’an de bi bihayê mesrefek ji milyonek û 817 hezar lîreyî pêk tê li ser kelehek ji betonê çêkir xerc kir. Ev beden ango keleh 11 metre bilind û 3 metre jî dirêj e. Keleha hat çêkirin pişt re bi keviran hat sihandin. Ev sûr li taxa Kale hatiye çêkirin û bi tonan beton hat xerckirin û ji ber vê betonê rê li ber hezîna axê vekir. Li ser vê yekê ji bo xebata fore ya sîng were çikandinê îhale dan TOKÎ’yê. Lê beldea îhaleyê nehat eşkerekirin.    BEŞEK JÊ DÊ WERE XERAKIRIN    Sûra ku betonê hatine çêkirin û serê bi keviran pêçan e, derdora wê bi çopê tije bûye. Hin aliyê vê sûrê hilweşiyan. Hat zanîn ku ji ber xebata fore ya sîn were çikandinê dê beşek sûrê were hilweşandin.