Li Deşta Pirsûsê cotkarî veguheriye ezyetê 2021-04-30 09:00:37 RIHA - Cotkaran ji ber maliyeta ketanan zêde bûye bi gazinc in û gotin, cotkariya bi sed hezaran donim erdên li Deşta Pirsûsê veguheriye ezyetê.  Ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikumetê her roja ku diçe krîza aborî kûrtir dibe. Mazot, gübre, derman û tov biha dibe. Ev ne bes e îsal demsal jî ziwa derbas dibin û cotkar rojên dijwar derbas derbas dikin. Deşta Pirsûsê ango Sirûcê cihê çandiniya pembo, nîsk, genim, ceh û sebzeyan e. Ev deşt ji bo çandiniyê gelek girîng e. Ji ber ku her roj maliyeta ketanan (gîrdî) zêde dibe, kêfxweşiya cotkaran jî nehiştiye. Cotkar ji ber rewşê bi gazinc in û detnîşan dikin ku êdî wisa bûye ku ew nikarin li Deşta Pirsûsê çandiniyê bikin.    HIŞKESALÎ BANDORÊ DIKE    Bûrak Ogûr ê li gundê Marûta Pirsûsê sîran çandiye diyar kir ku hişkesalî bandorek neyînî li ser wan kiriye û ji ber ew bi dijwariya qewimandinên dijwar re rûbirû mane malbata wî neçar maye ku dest ji çandiniyê berde. Ogur got ew zanîngehê dixwîne û ji ber pandemiyê dibistan hatine girtin bi cotkariyê ve mijûl e.    JI BER POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÊN DEWLETÊ   Ogur da zanîn ku sala par wan bacanê reş û îsot çandine û têde zirar kirine û îsal jî ew ê di sîran de zirarê bikin. Ogur diyar kir ku jixwe hişkesalî li aliyekî lê di encama polîtîkayên xelet ên dewletê jî ew bêtir zirar dikin. Ogur got wisa bûye ku însan nikarin tiştekî bikirin. Ogur destnîşan kir ku ew ê nikaribe qezencekî ji van sîran bigire û kar û zirara wî hev dernaxe û ji niha ve zirar kiriye.    DI NÎSKAN DE ZIRAR KIRIYE    Yilmaz Demîrbîleklî yê ji gundê Mektilan a girêdayî Pirsûsê ku nîsk çandiye û ji ber maliyeta ketanan derketiya du qatan, piştevaniya cotkaran nayê kirin li ber topavêtinê ne. Demîrbîleklî got wî 20 donim nîsk daniye û heta niha 15 hezar lîre mesrefa wî lê bûye û ew ê tenê dikaribe 5 hezar lîre ji nîskan qezenc bike. Demîrbîleklî anî ziman ku qezenca wî jî têra mesrefên mala wî nake û tevahiya cotkaran zirar dikin û bi pirsgirêkên cidî re rûbirû mane. Demîrbîleklî destnîşan kir ku cotkarên li Deşta Pirsûsê ezyetê dikişînin.    EW BI FIKAR IN    Talat Demîrbîleklî jî da zanîn ku 10 hezar şitlên îsotan ku bi 2 hezar lîreyî gihandiyê wê 10 roj şûn ve deyne û wî sal para bi erzanî îsotan firot û îsal jî bi fikar e ku dîsa erzan werin firotin. Demîrbîleklî anî ziman ku serê her donimê 500 lîre mesref kiriye û serê donimê dema ew hemû mesrefan komî ser hev dike lêçûyîn derdikeve 2 hezar û 500 lîreyan. Demîrbîleklî got mesrefên çandiniyê sê çar qat zêde bûye û Deşta Sirûcê ji aliyê çandiniyê ve bi metirsiyê re rûbirû maye.    MA / Bariş Polat