Sergardiyan bi kuştinê gef li girtî xwar 2021-04-30 12:30:52 AMED - Xwişka girtî Rojhat Bat ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, Ronda Bat diyar kir ku sergardiyan bi kuştinê gef li birayê wê xwariye.   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku bi binpêkirinên mafan tê rojevê, sergardiyanekê bi kuştinê gef li girtî Rojhat Bat xwariye. Malbata Bat, wê têkildarî mijarê bi rêya parêzeran li Serdozgezgeriya Komarê ya Amedê gilî bike.   ‘GEFA MIRINÊ’    Xwişka Rojhat Bat ê ku bi hêcetên siyasî 4 sal û nîvin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, Ronda Bat, anî ziman ku duh bi telefonê bi birayê xwe re axivî. Bat, da zanîn ku di 28’ê nîsanê de bi birayê xwe re hevdîtina girtî kiriye û wiha got: “Birayê min di telefonê de rewşa xwe wiha vegot ‘dema ez pêr ji bo hevdîtinê ji odeya xwe derketim, di navbera gardiyan û hevalekî me de niqaş derket. Min jî bertek nîşan da. Pişt re gardiyanan ez girtim û ji bo neaxivim hewl dan bi destên xwe devê min bigirin. Piştî demekî kurt sergardiyanê girtîgehê hat û bi gotinên ‘Ez dizanim ku tu Rojhat Bat î, tu provakatoriyê dikî. Dê ji vir cenazeyê te derkeve. Ez ê te bikujim, tu ji vir sax dernakevî’ bi kuştinê gef li min xwar.'”   ‘EWLEHIYA CANÊ WAN NÎNE’   Bat, diyar kir ku birayê wê ji wan xwestiye ku gilî bikin û da zanîn ku ewê bi rêya parêzerên xwe li Serdozgezgeriya Komarê ya Amedê gilî bikin. Bat, bi bîr xist ku du meh in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê lêgerîna odeyan zêdekirine û wiha axivî: “Derbarê binpêkirinên mafan ên ji ber lêgerînên odeyan ên zêde pêk hatin de beriya mehekê me serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) dabû. Ji ber ku girtiyan digotin gef li wan tên xwarin û ewlehiya canê wan nîne.”   ‘EM DILTIRS IN’   Bat, destnîşan kir ku ji ber sergardiyan gefa kuştinê li birayê wê xwariye hemû malbat ditirs in û wiha berdewam kir: “Birayê min got ger li girtîgehê tiştek bi serê wî û hevalên wî were, rêveberiya girtîgehê û sergardiyan berpirsiyar in.”   ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Bat, bi lêv kir ku lêgerînên odeyan ên hema bêje her roj tên kirin bi ewlehiyê û hiqûqê nayê ravekirin û wiha bi dawî kir: “Nayê qebûlkirin ku mafên girtiyan ji destê wan bên girtin û pêkanînên derveyî mirovahiyê bixin meriyetê. Di vê mijarê de divê malbatên girtiyên din jî, bi hestiyar tevbigerin û derbarê pêkanînên wisa de giliyê li saziyên rayedar û dozgeriyê bikin. Nayê qebûlkirin ku di girtîgehê de careke din girtî bên cezakirin. Em vê qebûl nakin.”