Zarokê 14 salî bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ hat binçavkirin 2021-04-30 13:21:11 COLEMÊRG - Li Şemzînanê, zarokê 14 salî bi hinceta li ser hesabê xwe yê medya civakî “Heqaret li Serokkomar kiriye” hat binçavkirin.     Zarokê 14 salî S. Taş ê  li gundê Bêdare yê girêdayî navçeya Şemîzanê ya Colemêrgê dijî, di çarçoveya lêpirsîneke Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Ispartayê bi rêve bir de hat binçavkirin. Taş ê bi hinceta li ser hesabê xwe yê medya civakî “Heqaret li Serokkomar kiriye” hat binçavkirin, ji bo “Testa temenê hestî” birin Colemêrgê.