394 kesên din ji koronayê mirin 2021-04-30 20:33:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 394 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 891 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.   Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 394 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 673 nexweşên nû re 31 hezar û 891 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 40 hezar û 131’an û hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon 820 hezar û 591'an.