Li Îkîzderê kesek hat binçavkirin 2021-05-01 09:04:11 RÎZE - Li Îkîzderê, ji gundiyên li dijî kana kevir bi rojane li ber xwe didin, yek jê hat binçavkirin. Têkoşîna gundiyên li dijî kana kevir a ji aliyê Înşeata Cengîz ve tê xwestin li navçeya Îkîzdere ya Rizeyê ava bike dewam dike. Gundî cardin di saetên serê sibe de, daketin gelî û xwestin xwezaya xwe biparêzin. Lê eskeran pêşiya gundiyan girtin û dûre gundiyê bi navê Kemal Baş binçav kirin. Ji bo ku makîneyên kar nexebitin jin derketin ser daran. Eskeran li ser vê yekê xwestin bi zorê gundiyan ji gelî derbixin. Piştî mudaxileya eskeran, kesek ji ser hişê xwe çû.    Rawestandin gundiyan a li qadê dewam dike.