Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî giştînameya EGM’ê dan 2021-05-01 10:41:36   ENQERE - Rêxistinên rojnamegeriyê, ji bo giştînameya EGM’ê ya derbarê astengkirina kesên dîmen û dengên polîsan qeyd dikin de, nirxandina “astengkirina dîmenên îşkenceyê” kirin û gotin: “Ev giştîname wê xebatên rojnamegeran asteng bike û di asta sansurê de ye.”    Di 27’ê Nîsanê de, giştînameyeke bi îmzeya Midurê Giştî yê Polîsan Mehmet Aktaş hat weşandin. Ev giştîname yek ji pêngavên astengkirin û qedexekirina nûçegihantiya welatiyan û azadiya çapemeniyê ye. Miduriyetên polîsan bi vê giştînameyê re wê ji vir û şûnde kesên dîmen û dengên polîsan qeyd dikin, asteng bikin û derbarê wan de dest bi lêpirsînê bikin.   Di giştînameyê de, hat îdîakirin ku qeydkirina dîmen û dengên polîs û eskeran, xebatên wan asteng dikin û ev weke “Veşartina jiyana taybet îxlal dike” hincet hat nîşandan.    Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Can Guleryuzlu, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş û Sekretera Giştî ya Basin-Îş a DÎSK’ê Ozge Yûrttaş giştîname ji ajansa me re nirxandin.    GULERYUZLU: JI HIQÛQÊ DÛRE   Serokê Giştî yê ÇGD’ê Can Guleryuzlu, diyar kir ku ev biryar ji parastina mafên kesan dûre û wiha axivî: “Ji bo astengkirina çapemeniyê û agahî girtina gel ev biryara hatiye dayîn. Ji hiqûqê dûre. Divê azadiya çapemeniyê bê esas girtin. Her kes xwedî wî mafiye ku dîmen û qeydên hêzên polîs û eskeran bigirin. Ev pirsgirekek ne takekesiye. Lê ev giştîname li dijî biryarên darazê ye û ne hiqûqiye. Di encama vê biryarê de wê rojnameger hemû bên astengkirin. Dîsa ev giştîname, ne zelale û ji pîvana hesap dayînê dûre.”   YÛRTTAŞ: ARMANC DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ ASTENGKIRIN E    Sekretera Giştî ya Basin-Îş a DÎSK’ê Ozge Yûrttaş jî, anî ziman ku armanca sereke ya vê giştînameyê kişandina dîmenên îşkneceya esker û polîsan astengkirin. Yûrttaş, destnîşan kir ku ligel rojnamegerên profesyonel, mafê her welatiyekê heye nûçe û dîmenan ji raya giştî ragihînin û wiha axivî: “Sazî û dezgehên medyayê yên mezin jî, dîmen û agahiyên rojnamegerên hemwelatiyan bi kar tînin. Dixwazin vê xebatê weke sûc nîşan bidin û asteng bikin. Ev bêmafiye. Bi hincetên vale ev giştîname hatiye amadekirin. Lewr derbarê veşartina jiyana taybet de, li Dadgeha Bilind biryara mînak hene. Di heman demê de, di biryara Dadgeha Bilind de Qanûna Parastina Daneyên Takekesî heye. Ji bo ku hemû bûrên di raya giştî û qadên vekirî de rû didin veşêrên ev biryar hatiye dayîn. Divê ev di çarçoveya azadiya çapemeniyê de baş bênirxandin.”   DÛRMÛŞ: DI ASTA SANSURÊ DE YE   Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş jî, diyar kir giştîname di asata mudaxilekirina azadiya raman û çapemeniyê deye. Dûrmûş, bi bîr xist ku ji bo astengkirina mafê agahî girtinê yê gel ev biryar hatiye dayîn û ev nirxandin kir: “Ev biryar bi taybetî rojnamegean û rojnamegertiya hemwelatiyan dike hedef. Mînak, par herî kêm 18 rojnamgerên ku çalakî dişopandin rastî mudaxileya polîsan hatin û lêdanê hatibûn binçavkirin. Bi vê giştînameyê re, wê kes nekare dimenên kiryarên polîsan qeyd bikin. Ev giştîname di asta sansurê de ye. Li dijî Qanûna Çepmeniyê, peymanên Qanûna Bingehîn û navneteweyî ye.”