Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê 2021-05-01 11:28:03   STENBOL – Rexmî sînorkirinên pandemiyê û biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê jî bi sedan kes ji çar milan ve meşiyan Taqsîmê. Di mudaxaleyên polisan gelek bi derpkirinê hatin binçavkirin.    Li gel qedeya Walîtiya Stenbolê û qedexeya derketina derve jî karker û kedar ji çar milan ve meşiyan Taqsîmê û xwestin 1’ê Gulanê piroz bikin. Polisan, bi awayekî tund mudaxaleyî bi sedan kesên ku bi pankart û dûrişmeyan bertek û daxwazin xwe qêriyan kirin û ew binçav kirin. Qadên bajar ku bi hinceta pandemiyê hatine qedexekirin bi dûrişmeyan “Bijî 1’ê Gulanê” têje bûn.    ‘EM HATIN TIŞTÊN WE JI ME DIZIYE JI WE BGIRIN’   Polisan mudaxaleyî meşên 1’ê Gulanê ku ji nokteyên cuda yên Beygolû, Osmanbey û Mecîdekoy dest pê kirin, kirin û bi dehan çalakgeran binçav kirin. Meclisên Ciwanan û Platforma Piştevaniya Sosyalîst, ji bo biçin Taqsîmê li Mecîdekoyê li hev civiyan û bi pankarta “Em hatin tiştên we ji me diziye ji we bigirin” û “Em ê faşîzmê têk bibin” dest bi meşê kirin. Piştî berzkirina “Bijî Yekê Gulan” polisan mudaxaleyî girseyê kir û destê 19 kesan ji pişt ve kelemçe kir û binçav kirin.    BI SER BARÎQATA POLISAN DE ÇÛN   Komîteyên Ciwanan jî bi pankarta “Li her derî têkoşîn, ji kesên nikarin bibin desthilat re” meşiyan Taqsîmê. Komîte, bi dûrişmeya “Bijî têkoşîna me ya 1’ê Gulanê” bi ser barikata polisan a li Qada Galatasarayê de çûn. Polisan, li vir bi awayekî tund mudaxaleyî Komîteyên Ciwanan kirin. Polisan gelek xwendekarên zanîngehê binçav kirin.    TUMUKLU YÊ ESP'Î HAT BINÇAVKIRIN   Endamên Lîmter-Îş, Înşaat-Îş, Dev Yapi-Îş, Dev Turîzm-Îş, Komeleya Karkerên Ciwan, BÎK’ê jî bi dûrişmeya “Her der Taqsîm, her der berxwedan” xwestin bimeşin Taqsîmê. Polisan mudaxaleyî vê girseyê jî kir. Polisan li Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu dan û ew binçav kirin.    ‘ŞOREŞ DIKARE VÊ KIRÊTIYÊ PAQİJ BIKE’   Xwendekarên Yekitiya Têkoşînê jî bi pankarta “Israra di Taqsîmê de israra di şoreşê de ye” xwest ji Kolana Siraselvîler bimeşe Taqsîmê. Polisan, mudaxaleyî çalakgeran kir û ew binçav kirin. Polisan, 4 xwendekarên Kovara Kaldiraçê ku bi pankarta “Şoreş dikare vê kirêtiyê paqij bike” xwestin bimeşin Taqsîmê jî binçav kirin.    ‘BIJÎ YEKÊ GULAN’   Lijneya Yekgirtî ya Karkeran jî xwest ji Mecîdekoyê bimeşe Qada Taqsîmê. Polisan, mudaxaleyî girseya ku bi dûrişmeya “Bijî Yekê Gulanê” meşiya kir û gelek kesî binçav kir. Polisan 10 endamên Xebata Anarjîst a Şoreşger jî dema ku xwestin ji Mecîdekoyê bimeşin Taqsîmê jî binçav kirin.    BI ERDÊ VE KAŞ KIRIN   Ji Platforma Çîna Şoreşger a Serbxiwe 4 jin jî xwestin bi dûrişmeya ji kolana Ortaklari ya  Mecîdekoyê bimeşin Taqsîmê. Polisan va jî binçav kir. Her çar jinan pankarta “Bijî 1’ê Gulanê bijî Sosyalîzm” vekirin û bi dûrişmeya “Di 1’ê Gulanê de em li qada 1’ê Gulanê ne” meşiyan. Polisan xwe li meşa wan negirt û êriş bir ser wan. Polisan her çar jinan bi erdê ve kaş kir.    7 endamên Partîzanê û Ciwanên Demokratên Nû (YDG) xwestin ji kolana Ortaklarê ya Mecîdekoyê bimeşin Taqsîmê. Polisan li her 7 kesên ku bi dûrişmeya “Wê serkeftin a karkerên berxwedêr be” û “Bijî Yek Gulan” hatin qada Mecîdiyekoyê dan û binçav kirin.