Nûçegihana me jî di nav de 34 kes li Enqereyê hatin berdan 2021-05-01 21:26:21   ENQERE - Li Enqereyê 34 kesên di encama mudaxileya li dijî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Li Enqereyê karker, kedkar û gelek ciwan ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê derketin qadan. Komên xwestin 1'ê Gulanê pîroz bikin, bi mudaxileyên polîsan re rûbirû man. Polîsan li kesan da û wan binçav kirin. Nûçegihana ajansa me Ceylan Şahînlî jî di nav de 34 kes hatibûn binçavkirin. Li Miduriyeta Polîsan piştî îfadeyên 34 kesan hatin wergirtin, serbest hatin berdan.    Nûçegihana me Ceylan Şahînlî diyar kir ku tevî ku wê gotiye ew rojnamevan e jî lê polîsan jê re gotiye "tu ne rojnamevanî" û wê binçav kirine.    34 kes 3 saetan di hundirê maşîneyên polîsan de hatin hiştin û pişt re birin Şaxa Ewlehiyê ya Enqereyê û îfadeyên wan hatin girtin. Bi hêceta qedexeya derketina derve binpê kirine cezayê pereyan li binçavkiriyan hat birîn û bi hêceta li dijî qanûna hejmara 2911'an muxalefet kirine îfadeyên wan hatin girtin.