ROJEVA 2'YÊ GULANA 2021'AN 2021-05-02 09:00:01   * Berê raporên “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabûn girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî. Vê carê jî rapora “ne hewce ye cezayê wî were taloqkirin” dan Ozkan. 25 sal in girtî ye û di salên dawî de rewşa wî giran bûye û her ku diçe malbat ji rewşa wî metirsîdar e.     * Kesên bi destên grûpên çekdar ji Rojavayê Kurdistanê radestî Tirkiyê hatine kirin, herî kêm li 103 kesan cezayên girankirî yê heta hetayê hatin birîn. Tenê girtekên SMO’yê wek delîl ji bo ceza hatiye nîşandan.    * Rêveberê HDP’ê Ramazan Karakaya yê bi 11 kesan re di 29’ê nîsanê de hat girtin beşdariya wî ya çalakî û daxuyaniyên partiya wî wek sûc hat dîtin.    * Qeyûmê Şaredariya Amedê Munîr Karaloglû bi bihayê milyonek û 251 hezar lîre îhale da Îsak Baydaroglu û Mustafa Kurşat Baydaroglû yên birayên hev in ku xwediyê şirketên RNA Îletîşîm û MKB Teknîkê ne.    * Rêveberiya AKP’ê ya serdema berê Şaredariya Panosê di bin deynan de hiştibû. Şaredariya Panosê ya niha di destê HDP’ê de ye ji ber nikare deynan bide, her tiştê wan tê hecizkirin. Niha jî parka aydê şaredariyê hatiye hecizkirin û derxistin ber firotinê.    * Li seranserê cîhanê bi 150 ferdên 6 malbatan re nexweşiya “Sendroma QT a Dirêj” tê dîtin. Yek ji van malbatan jî malbata Dalaman a ku li navçeya Silopyayê rûdinê ye. Malbata Dalaman a ku ji ber vê nexweşiyê 9 ferdên malbatê winda kiriye, banga alîkariyê kir.    * Komîsyona Lêkolînê ya bi Armanca Diyarkirina Sebebên Tundiya li Dijî Jinan û Girtina Tedbîran, Hatiye Avakirin" ya ji bo 3 mehan hatiye avakirin, yekemîn civîna xwe li dar xist. Endama Komîsyonê û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku rola wan a di komîsyonê de vegotina girîngiya Peymana Stenbolê ye û dê di Peymana Stenbolê de israr bikin.