TGC: Li şûna rojnamegeriyê tundiyê rawestînin 2021-05-02 16:11:51   STENBOL - Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) têkildarî giştînameya Midûriyeta Giştî ya Polîsan daxuyanî da. TGC'ê xwest li şûna rojnamegeran tundiyê rawestînin û got: "Ne Rojnamegeriyê, tundiyê asteng bikin."    Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), beriya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, têkildarî giştînameya Midûriyeta Giştî ya Polîsan daxuyanî da. TGC'ê xwest li şûna rojnamegeran tundiyê rawestînin û got: "Ne Rojnamegeriyê, tundiyê asteng bikin." TGC, anî ziman ku yek ji têgehîn herî demokratîk ên civakên demokratîk mafê agahdariyê ye û wiha got: "Yê di vê mijarê de bê kêmasî xizmetê didin çapemeniya azad e. Li Tirkiyeyê ji sedî 90'î sazî u rêxistinên medya ketiye destê îqtîdarê. Nêzî 12 hezar rojnameger bêkar hatine hiştin. Der barê wan de bi hezaran doz hatine vekirin. 43 rojnameger girtî ne. Di rewşek wisa de mirov nikare bêje li Tirkiye çapemenî azad e. Giştînameya Midûriyeta Giştî ya Polîsan a qedexekirina qeyda deng û dîmenên polîsan li dijî Destûra Bingehîn e."    TGC'ê anî ziman ku heta hemû astengiyên li pêş azadiya çapemeniyê bi dawî bibin û heta agahî û nûçe serbet belav bibin dê li Tirkiyeye têkoşîna wan bidome. TGC'ê da zanîn ku di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ew piştevaniya hempîşeyên xwe dikin.