Çawîşê pispor ewil gef xwar û piştre lê xist 2021-05-02 23:38:54   ÇEWLÎG - Li navçeya Kanîreşe ya Çewligê çawîşê pispor Ferhat K. ewil gef li dayika bi navê R.O. xwar û piştre lê xist.      Çawîşê Pispor Ferhat K, li malên TOKÎ ya Turgut Ozal ku li Navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê ye, ket pêy zarokan û bera zarokan da. Piştî çawîşe pispor bera zarokan da, zarokekî xwe avêt strara dayika bi navê R.O. Li ser vê yekê R. O. bertek nîşanî çawîşê pispor Ferkat K. da. Çawîşê Pispor Ferhat K. jî ewil gef li Dayika bi navê R. O. xwar û piştre li wê xist. Dayik R.O. ji ber lêdana çawîşê pispor rakirin nexweşxaneyê. R.O. rapora lêdanê stend û li çawîşê pispor gilî kir.