Koçer ji ber operasyonên eskerî nikarin derkevin zozanan 2021-05-03 09:09:06 ŞIRNEX - Koçerên herêma Şirnexê ji ber operasyonên eskerî 20 roj in nikarin biçin zozanan. Koçerên li benda çûyina zozananin pezê wan nexweş ketiye. Koçer dixwazin operasyon bi dawî bibin û pezê xwe bibin zozanan.  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), di 23’yê Nîsanê de, li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê operasyonên eskerî dan destpêkirin. Operasyonên eskerî 10 rojin didome. TSK'ê li bajarên Şirnex û Colemêrgê jî bi tevlîbûna hezaran eskeran operasyon dane destpêkirin.  Koçerên ku her sal di demsala biharê de diçin zozanan, îsal ji ber operasyonên eskerî nikarin derkevin rê û biçin zozanan. Esker bi hinceta "herêm qedexeye" koçeran asteng dikin û destûr nadin koçer biçin zozanan. Koçerên navçeya Cizîrê ya quntarên çiyayê Cudî dijîn, 20 roj in li benda çûyinê ne. Koçeran diyar kir ku pezê wan nexweş ketiye û dixwazin zû biçin zozanên xwe.    'AXA ME LI ME QEDEXE DIKIN'    Koçer ê 57 salî Abdullah Sevîm ê bi salan e koçeriyê dike, anî ziman ku wan tu salan bi qasî van salên dawî zehmetî nekişandine û wiha axivî: "Bi salane em li van deşt û zozanan koçeriyê dikin. Lê em niha gelek zehmetiyê dijîn. Tu warê me tune ye. Tenê axa me heye, wê jî li me qedexe dikin. Her sal em di demsala havînê de diçin Wan, Colemêrg û Feraşînê. Dema ku dibe zivistan jî em tên mêrga Cizîrê. Cihê ku em lê dimînin jî em pere didin. Yê ku perê wî tune bê jî, nikare were  zozanan. Koçerî gelek zehmet bûye. Koçer zehmetiyeke gelek mezin dijîn. Yê ku pezê wî hebe toneke ka têra şevekê nake. Toneke ka bi hezar 800 TL ye. Tevî van zehmetiyan çavê her kesî li koçeran e."    'KU EM BIÇIN ZOZANAN DÊ ME ÇEZA BIKIN'     Sevîm, da zanîn ku ji ber ew tên sekinandin pezê wan hemû nexweş ketiye û wiha got: "Nêzî 20 roj in em tên sekinandin. Dewlet ji me re dibêje 'Heta ku em nêbejin herin, hûn naçin. Heta ku em ferman nedin we hûn naçin'. Me jî ev yek îmze kiriye. Niha em rabin biçin wê me binçav bikin û ceza bikin. Em niha li benda wan sekinîne. Pezê me jî tev zerî bûye û nexweşe. Rabê alemê qedexe daneye ser me baran nebarand, evdan jî qedexe dane ser me dibê hûn naçin. Di herdu aliyan de jî em di bin qedexeyan de ne. Berê em dihatin Botanê, ji Botanê em diçûn Herekol û Kaweşê. Her tişteke me hebû. Lê îro ne wisa ye. Em niha nikarin biçin zozanan. Ji bo çûyina zozanan em dereng man. Pêwîste ku heta niha em çûbûna û em niha li zozanan bûna. Em dixwazin ku welatê me azad bibe û em serbest biçin zozanên xwe."   'EM NEÇIN DÊ PEZÊ ME HEMÛ BIMIRE'   Koçera 28 salî Gulîstan Sevîm jî anî ziman ku ji ber nikarin biçin zozanan neçar mane û got: "Koçerî gelek zehmet e. Serê sibehê ez radibim û heta êvaran ez dixebitim. Par me di serê Nîsanê de berê xwe dabû zozanan. Lê îsal ji ber ku qedexe û operasyon hene nahêlin ku em biçin zozanan. Dewlet destûr nade çûyina me. Baran jî îsal nebariya. Pezê me dimirie. Me dixwest em niha li Herekol, Feraşînê bûna. Dibêjin 'Heta ku em ji we re nebêjin hûn gav neavêjin'. Heger em neçin wê pezê me hemû bimire. Em dixwazin biçin zozanan."    MA / Zeynep Durgut