Kujerê şivan Sertip Şen dê li dadgeha giran were darizandin 2021-05-03 10:14:18   COLEMÊRG - Dadgeha Sulh Ceza ya Geverê, doza derberê kujerê şivan Sertip Şen de hatiye vekirin li ser rapora "bersûc bêtedbir tevgeriya" şand Dadgeha Giran ya Geverê.    Di 2'ê Gulana 2019'an de li gundê Wargenima yê navçeya Geverê ya Colemêrgê, şivanê bi navê Sertip Şen (46) dema pezê xwe diçêrand ji aliyê leşkerê bi navê M.T. bi guleyekê hatibû kuştin. Têkildarî bûyerê, derbarê M.T. de li Dadgeha Sulh Ceza ya Geverê bi hinceta "kuştina texsîr" doz hatibû vekirin. Dadgehê, piştî demek dirêj li ser dosyayê biryara "bêpeywiriyê" da û dosya şand Dadgeha Giran ya Geverê. Dadgehê, biryara xwe spart hinceta "dibe ku di bûyerê de qest hebe."     RAPOR: BÊTEDBİR TEVGERİYA     Di biryarê de rapora zanistan a li ser bûyerê cih girt. Li gorî rapora ji aliyê 3 zanyaran ve hatiye amadekirin, hat îdiakirin ku leşker M.T. ne mimkun e ku ji 800 metre dûr ve şivan Şen bibîne. Di raporê de hat, diyarkirin ku divê bersûc M.T. ji ber perwerdehiya leşkerî bizanibe ku menzina çekê çend metreye û ev tişt hatin gotin: "Ji ber ku bêtedbir tevgeriyaye bi kuştina kuştî re eleqedar e. Lê ji ber ku herêma terorê ye divê pênaseya qisûrê bê kirin. Her wiha ji ber ku ji fermandarên xwe fermanekê negirtiye û bi çekê hevalê xwe gule avêtiye li gorî qaydeyên cebirê tevnegeriyaye."   MUTALAYA DOZGERIYÊ   Dozgeriyê jî bal kişand ser rapor û ev tespît kirin: "Di vê çarçoveyê de divê bersûc bizanibe ku ka dê encameke çawa ji kirinên xwe derkeve holê. Heke ev dabe berçavê xwe dê kirinê de qest derkeve holê. Ji bo ku ev were nîqaşkirin dosya bila di Dadgeha Giran ya Geverê bê dîtin.   DADGEH: SUÇ BILA WERE LÊKOLÎNKIRIN     Dadgehê jî di biryara xwe de cih da gotinên şahidê leşker ê bi navê I.K. ku gotibû li cihê bûyerê îxtimal heye ku gundî pezên xwe biçêrin. Dadgehê, "ji ber şert û mercên cihê bûyerê û gotînên şahidan" biryar da ku divê dosya li Dadgeha Giran ya Geverê bê dîtin.    MA / Gokhan Altay