Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin 2021-05-03 10:44:05   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk, ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Serdozgeriya Komarê ji ber “Nexşerêya” Ocalan di 23’ê îlona 2020’an de cezayê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê sepandibû. Ev qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya lê heta niha jî ne erênî û ne jî neyînî bersiva parêzeran nehatiye dayîn.   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, 12-18’ê Hezîrana 2019’an û 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn.   HEVDÎTIN DI NIVÎ DE QÛT BÛ   Ocalan ê ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nîvî de hatiye qûtkirin.