Malbata Şenyaşar: Qey kes nikare destê xwe bide biraziyê parlamenter?” 2021-05-03 10:58:35   RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku li gel derbarê Îbrahîm Yildiz de biryara girtinê heye jî 3 sal in di nava xelkê de digere, nayê binçavkirin û got: “Qey kes nikare dest xwe bide biraziyê parlamenter?”    Emîne û Ferît Şenyaşar ku ji bo malbata xwe li edaletê digerin, çalakiya xwe ya bi daxwaza “edaletê” ji ber qedexeya derketina derve li mala xwe didomînin. Malbata Şenyaşar a ku li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya xwe kir, 56 roj in berdewam dike.    EDALET LI KU YE?   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama xwe ya îro belav kir. Malbata Şenyaşar di twîtê de wêneyê Îbrahîm Yildiz ku biraziyê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e û di kêliya bûyerê de guleyan direşîne parve kir û got: “Li kargeha me kesê ku bû sedema mirina du însanan Îbrahîm Yildiz ê biraziyê parlamenter e. Derbarê wî de biryara girtinê heye. Lê 3 sal in di nava xelkê de digere. Qey kes nikare destê xwe bide biraziyê parlamenter(!) EDALE LI KU YE EDALET?”