DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin 2021-05-03 12:51:33 AMED - DFG’ê diyar kir ku 3’yê Gulanê bi zext û astengiyan pêşwazî dikin û wiha got: “Hevalên me yên rojnamevan ku li gel hemû astengkirin û neheqiyan jî deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin.”   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi serenavê “Îro Roja Azadiya Çapemeniyê ye Lê Çapemenî Ne Azad e” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya DFG’ê ya ku derbarê rojê de weşand wiha ye:    “Çapemenî di ronîkirina civakan de roleke girîng dilîze û peywira venêrînê digire ser xwe. Ji ber vê rola xwe li welatên ku demokrasî li wan kêm e xebatkarên çapemeniyê her tim di hedefa desthilatdaran de ne. Li van welatan desthilat destûr nadin ku çapamenî bi rola xwe rabe. Dixwazin ku çapemenî di xizmeta wan de be. Lewre ji bo vê yekê qanûnên çapemeniyê li gorî xwe diguherînin.    ÇAPEMENÎ SEDÎ 95 DI BIN KONTROLA DESTHILATÊ DE YE   Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku lê her tim hewldana kontrolkirina çapemeniyê heye. Niha li Tirkiyeyê ji sedî 90-95’ê çapameniyê di bin kontrola desthilatê de ye û rojnameger bi awayekî azad naxebitin. Rojnamegerên ku bixwazin xebatên xwe bi awayekî azad bikin, jî di hedefa desthilatê de ne û bi zextên mezin xebatên wan tên astengkirin. Ji ber vê cihê Tirkiyeyê di derbarê azadiya çapameniyê de roj bi roj paş dikeve.   TIRKIYE DI RÊZA 153’YEMÎN DE YE   Ji ber van sedeman îsal jî em 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi zext û astengiyan pêşwazî dikin. Ji bo têkbirina azadiya çapemeniyê desthilata AKP’ê bi welatên ku azadiya çapemeniye li wan tineye re di peşbirkê de ye û ji bo di rêza yekemîn de cih bigire tişta ji destê wê tê dike. Nexasim dewleta Tirkiyê di endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ku ji hêla Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ve tê amadekirin, di rêza 153’yemîn de, ango din av welatên xirab de cihê xwe girt.    KIŞANDINA DÎMEN Û WÊNEYÊN POLÎSAN QEDEXE KIRIN   Weke ku binçavkirin û girtina rojnamegeran ne bes be, wêne û dîmen kişandina wan jî hat qedexekirin. Di erîfeya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Miduriyeta Giştî ya Polîsan giştînameyekê weşand û di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenên polîsan qedexe kir. Li gorî vê giştînameyê rojnamegerên ku di çalakiyan de wêne û dîmenên polisan bikişînin dê derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û dê ceza li wan bê birîn. Ji xwe kiryarên vê giştînameyê me di demek nêz de dît. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de polis li gorî vê giştînameyê tevgeriyan û li rojnamegerên ku wêne û dîmenên wan kişandin dan û ew binçav kirin.    HÛN Ê BÊ AMÛR ROJNAMEVANIYÊ BIKIN   Heta niha di gelek çalakiyan de penûs û lênûskên rojnamegeran di bin navê ewlehiyê de ji aliyê polisan ve ji wan dihatin girtin. Bi vê giştînameyê êdî wê wênekêş û qamera jî ji rojnamegeran bên girtin. Çawa ku ji muxalefetê re dibejin beyî rexnekirina polîtîkayên desthilatê hûn dikarin muxalefet bikin, bi vê giştînameyê jî ji rojnamegeran re dibejîn ku hûn dikarin rojnamegeriyê bikin lê hûn nikarin amûrên ji bo rojnamegeriyê bikar bînin.    DEMILDEST DEST JI VAN POLÎTÎKAYAN BERDIN   Rexmî van hemû zext û astengiyan jî rojnamegerên ku li şûna rêgezên desthilatê rêgezên gerdûnî yên çapameniyê ji xwe re esas digirin hene. Ev hevalên me yê rojnamevan ku li dijî neheqiyê deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin. Daxwaza me ewe ku desthilatdar demlidest dev ji van pêkanînên xwe yên bêhiqûq ên li dijî rojnamegeran berde. Careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li tevahiya rojnamegerên li dijî bêhiqûqiyê û ji bo azadiyê têdikoşin pîroz be.”